Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên ku 48 saetên dawî de li Serêkaniyê û herêma Çilaxa derketin de, bi giştî 43 endamên komên çete hatine kuştin û 4 wesayîtên doçka hatine rûxandin.

Navenda Çapemeniyê û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê pevçûnên 48 saetên dawî yên di navbera hêzên YPG'ê û komên Dewleta Îslamî/El Nusra û hinek komên Artêşa Azad de li Serêkaniyê û herêmê Çilaxa ya Girkê Legê derketine de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Serekaniyê di nava 2 rojan de 3 caran şerên dijwar rûda ne û wiha hat gotin: “Komên çete ji aliyê Til Xelef ve xwestin êrîş bikin, lê hêzên me bersivên tund dan. Di encama van şerên ku li ser riya Til Xelef rûdan de, 3 wesayîtên doçka hatin rûxandin û 21 endamên komên çete hatin kuştin.”

Li herêma Çalaxa şerê dijwar

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gundên Til Elo, Sefa û Girhok ên herêma Çilaxa ya girêdayî Girkê Legê jî şer û pevçûn derketine û ev agahî hatin dayîn: “Di pevçûnên li derdora gundê Til Elo de, navenda komên çete ya li nêzî gund, bi çekên giran hedef hat girtin û hat rûxandin. Di encama şer de wesayîtek doçka hat rûxandin û 8 çete hatin kuştin. Li gundê Sefa jî li nêzî navendek çeteyan şer rû da. Di encam vî şerî de jî 5 çete hatin kuştin. Li gundê Girhokê jî dema komên çete dixwestin pêş bikevin, rastî bersiva hêzên YPG'ê hatin. Hêzên me bi çekên giran li hemberî çeteyan çalakî lidarxist û di encamê de navenda komên çete ya li vî gundî şewitî û 9 çete hatin kuştin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku di şerên 2 rojan de şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye. 

SERÊKANIYÊ




Rêdûr û Egîd bûn mêvanê Xebat Dêrik

Cenazeyên şevanên YPG’ê Egîd Botan û Rêdûr Karker ku di şerê li herêma Girkê Legê û Serêkaniyê de şehîd ketibûn, ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin definkirin. Cenazeyên şervanên Sabir Xelef (Egîd Botan) û Dilşêr Dîmo (Rêdûr Karker) pêr êvarê ji nexweşxaneya Dêrikê ji aliyê girseyek qelebalix ve hatin wergirtin. Welatiyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên herdu şervanên YPG’ê vekirin, bê navber dirûşmên dilsoziya bi YPG’ê re berz kirin.
Cenazeyên ji nexweşxaneyê hatin girtin, bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Piştî cenaze anîn goristanê, li vir merasîma hat lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Hevseroka Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemd axivî û balkişand ser berxwedana YPG’ê. Piştî axaftinan cenaze bi diruşme û tililiyan hatin definkirin. Şervanên YPG ê Dilşêr Dîmo (Rêdûr Karker) ji Dêrikê ji dayîk bûbû. Sabir Xelef (Egîd Botan) jî li gundê Girziyareta Girkê Legê ji dayîk bûbû.

ANHA/DERIK