Şervanên YPG′ê pêdiviyên xwarinê li şêniyên taxên Bustan Başa û Hulik ên Helebê belav dikin. Piştî ku komên çete yên girêdayî Koalisyona Niştîmanî ya Sûrî ji taxên Bustan Başa û Hulik reviyan, şervanên YPG′ê, Cebhet El-Ekrad û Hêzên Şoreşger derbasî wan taxan bûn.

Şervanên YPG′ê şêniyên wan taxan parastin, pêdiviyên xwarinê yên ku komên çete dest danîbûn ser wan û li şêniyan belav nedikirin, vekirin û ew li şêniyan belav kirin. Şêniyan spasiya şervanan kir û da zanîn ku ev 4 meh in, komên çete yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin dor li welatiyan girtibûn û ew birçî kiribûn.

Li taxên Bustan Başa û Hulik ên bajarê Helebê, qederê 50 hezar welatiyên sivîl dimînin. Ji wan qederê10 hezar kesî ji bo bisitirin xwe gihand taxa Şêxmeqsûd. 


 HELEB