Şervanên YPG/YPJ’ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete 3 çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyan de 4 çete hatin kuştin. Terora dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê Efrînê jî dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker Mihemed Reşîd Ehmed ê ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê bi hovîtî qetil kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, şervanan li navenda Efrînê û bejahiya navçeyên Cindirêsê û Bilbilê, li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete 3 çalakiyên sabotajê kirine.
Li gorî daxuyaniyê, tîmeke YPG’ê 7’ê Kanûnê li bejahiya gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, li dijî wesayiteke eskerî ya çeteyên Ehrar el-Şam çalakiyeke sabotajê kir û 2 çete kuştin.
Navendê diyar kir ku 8’ê Kanûnê li rojavayê navenda bajarê Efrînê li dijî wesayîteke koma çete ya bi navê Ehrar el-Şerqiye tîmeke YPG’ê çalakiyeke sabotajê kir. Hate gotin, di çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê li ser hejmarê agahiyeke zelal bi dest neket.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “8’ê Kanûnê tîmeke me li ser rêya gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê, li dijî wesayîteke eskerî ya koma çete ya Sûltan Mûrad çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.”
Zilma dagirkeran dewam dike
Li aliyê din, Artêşa Tirk a dagirker hovîtiya xwe li Efrînê hê jî dewam dikin. Eskerên artêşa dagirker, welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Ehmed ê ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê gule baran kir û qetil kir. Li gorî çavkaniyeke herêmî, sedema qetilkirina wî nehatiye diyarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN