Endamên Buroya Têkiliyan û Rêxistinkirinê ya YPG’ê ya Serêkaniyê serdana gundê Til Hemam Tirkman a rojavayê bajarê Silûk kir. Rêveberê Buroyê Husên Koçer li welatiyan guhdar kir û pirgirêkên heyî bi wan re nîqaş kirin.

Komîteyê alîkariyên jiyanî û zebze li şêniyên gund belav kir. Paşê gundî li mizgefta gund kom bûn û Husên Koçer ji gundiyan re li ser rewşê axivî. Koçer ji gundiyan re got ku armanca wan a sereke parastina hemû pêkhateyane. Gundiyan jî hin pirs kirin û nerînên xwe anîn ziman û gotin ku pêwîstiyên wan bi gaz, sotemenî û madeyên jiyanî heye û gotin ku dema çeteyan herêm dagirkiribûn hemû tişt ji ser wan qut kiribûn.Gundiyan spasiya hêzên YPG’ê kirin ku wan ji çeteyan xilas kirine. 


 GIRÊ SPÎ