Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê ku di gundê El-Tewîla (Wekai ya Ereban) de bi cih bûbûn, gundê El-Tewîla (Wekai ya Asûriyan) bi çekên giran topbaran kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku li ser banga welatiyên hêzên YPG’ê alîkariya welatiyan kirin ku jêderên topbaranê hedef girtin. Di encamê de çeteyên di gundê Wekai ya Ereban reviyan, her wiha derbarê kuştî û birîndarên çeteyan ti agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku piştî çete ji herêmê reviyan şevanên YPG’ê derdora gundê Wekai ya Ereban ji çeteyan paqijkirin û gund ji destê çeteyan rizgar kirin. Çavkaniyên herêmî ji bajarê Munbicê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi 2 tirimpêlên ku 30 welatiyên sivîl têde bûn, ji herêma Kobanê ber bi bajarê Helebê ve direvandin.
Çavkaniyan dan zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê beriya 3 rojan 2 tirimpêl li ser pira Qereqozaxê ku 20 km dikeve rojhilatî bajarê Munbicê sekinandin û sivîlên di tirimpêlan de ku hijmara wan 30 kes bûn, revandin.
Heman çavkaniyan bêyî ku cih bi temamî diyar bikin teqez kirin ku sivîlên hatin revandin niha di girtîgehên DAIŞ'ê li bajarê Munbicê de ne.
Hate zanîn ku ji welatiyên hatin revandin 15 mamoste ne û yên din karker in û beriya 3 rojan berê xwe dan bajarê Helebê. 

TIL TEMIR/KOBANÊ




Perwerdeya şervanan dest pê kir

Dewreya perwerdeya leşkerî ya 50 ciwanên ku nû tevlî YPG'ê û YPJ'ê bûne hate destpêkirn. Akademiya Şehîd Xebat a Perwerdeya Leşkerî ya YPG'ê dewreya 50 ciwanên ku nû tevlî refên YPG'ê û YPJ'ê bûne ya bi navê Şehîd Dilşêr li navenda akademiyê da destpêkirin. Serokê Desteya Parastinê ya herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan amade bû. Dewre wê 45 rojan dom bike û dê şervan derbarê waneyên leşkerî û fikrî bêne perwerdekirin. Merasîma destpêkirinê dewreyê bi rêzgirtinê destpêkir û piştre Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saroxan dewreya Şehîd Dilşêr li şervanan pîroz kir. Saroxan bang li şervanên nû kir ku li ser riya Şehîd Dilşêr û li gorî Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev bigerin û li hemberî êrîşên çeteyan berxwedanê bikin. Piştre şervanan sonda leşkerî xwarin û soza dewamkirin riya tekoşeran dan.

QAMIŞLO