YPG´ê herî kên 9 esker û çete kuştin
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê, herî kêm 9 eskerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê, eşkere kir. YPG`ê da zanîn ku ew encamên çalakiyên di navbera 29’ê Tîrmeh û 2’ê Tebax’ê eşkere dike û wiha dewam kir: “Yekîneyên me bi 3 çalakiyên li deverên cuda dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyan de herî kêm 9 çete û eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.”
YPG´ê encamên van çalakiyan yek bi yek wiha eşkere kirin:
* 29’ê Tîrmehê, hêzên me li herêma di navbera gundên Fafirtîn û Birc Heyder ên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê de seyareyeke eskerî ya çeteyên Ehrar Şam hedef girt. Di encama çalakiya sabotajê de seyare bi temamî hate rûxandin lê derbarê kuştî û brîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
* 30’ê Tîrmehê, hêzên me li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa bi motorekî bombebarkirî kombûneke çeteyên koma çete ya bi navê Hemze, hedef girt. Di encama çalakiyê de eskerekî artêşa Tirk a dagirker û 4 çete hatin kuştin. Herwiha eskerek û 2 çete jî birîndar bûn.
2’ê Tebaxê, hêzên me li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa li hember seyareyeke eskerî ya çeteyan kemînek danî. Di encama çalakiyê de eskerekî artêş dagirker û 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. NAVENDA NÛÇEYAN