Navendê ragihand ku li başûrê bajarokê Rawiya yê 23 kîlometroyan li başûrrojavayê Serêkaniyê ye êrîşa pêr danê sibê bi temamî hatin şikandin. Li gorî daxuyaniyê 32 kuştiyên DAIŞ'ê hatine tesbîtkirin. Yek ji van çeteyên kuştî jî serçeteyê bi navê Ebû Omer El Iraqî ye.

YPG dide zanîn ku piştî şikandina vê êrîşê pêr bi şev li herêma di navbera Rawiya û bajarokê Alya yê 23 kîlometre li rojavayê Til Temirê, şervanên YPG/YPJ´ê dest bi operasyonê kiriye. Di vê operasyonê du gir hatin rizgarkirin û 8 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê di daxuyaniya xwe de got, "Hêzên me tevî termekî çeteyan dest danîn ser 6 kalaşnîkof, 4 roketavêjên B7, 1 BKC, 1 çeka segvaniyê ya Karnas û gelek cebilxaneya van çekan."


Li Til Xenzîrê 18 çete hatin kuştin

YPG'ê da zanîn heman şevê komên çeteyan li dijî Til Xenzîr li nêzî Serêkaniyê dest bi êrîşê kirine û piştî şerê li du nuqteyan, êrîşa wan hatiye şikandin. 

Di şer de jî 18 çete hatin kuştin, tankek, panzerek û doçkayeke 23 mm a çeteyan hatin rûxandin.


Li Til Hemîs û Til Berakê 30 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê da zanîn doh danê sibê çeteyan li başûrê Til Hemîs û Til Berakê 2 êrîş pêk anîn û destnîşan kir ku piştî şerê dijwar êrîş hatin şikandin. Li gorî daxuyaniyê li gundê Hiwêşê 17 çete hatin kuştin.

Navendê diyar kir ku di şerê li gundê Xizêla yê li heman herêmê jî 13 çete hatine kuştin. 

Daxuyaniyê weha dewam kir: "Di nava 24 saetên dawî de pênc rêhevalên me ku bi vîn û biryardariyeke mezin têkoşiyan, gihîştin şehadetê."


Kargeha çimentoyê rizgar bû

Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku gundê Bîr Hisoyê Mezin ê li başûrê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. ANHA dide zanîn ku pêr li gundê Bîr Hisoyê Mezin di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar derket. Di encama şer de ku heta serê sibehê dewam kir, gund ji çeteyan hate rizgarkirin û 25 çete hatin kuştin.  

Kargeha çêkirina çimento ya li nêzî gundê Bîr Hisoyê Mezin jî di heman operasyonê de ji dest çeteyan hat derxistin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN