Efrînî, di axaftina xwe de wiha dom kir: “Gelek dixwazin dest dînin ser herêma me û herêmê bikin qada şer û pevçûnan di navbera Artêşa Hur û rêjîma Baas de, lê em bi baweriya xwe û berxwedana xwe dê hemû pilanên li ser gelê me tên meşandin bê encam derbixin.”
Ji malbata şehîd xwîşka Şehîd Bêrîvan, Ayhan axivî û serdana koma şervanên YPG’ê spas kir, her wiha ji şervanan xwest ku tola xwîşka wê ya ku xwîna xwe ji bo gelê xwe erzan daye hildin.
Li aliyê din bi navê YPJ’ê Avesta Efrîn diyar kir û da zanîn ku berxwedana Şehîd Bêrîvan û Silava ji bo azadiya gelê xwe berxwedaneke bê hempa bû.
Her wiha koma şervanên YPG’ê ji malbata şehîd re sond xwarin ku ti carî doza şehîdan bernedin û dê berxwedana xwe heta gelê Kurd azad dibe bidomînin.
Hate zanîn ku hin komên din ji şervanên YPG’ê serdana gundên Birîmce ya navçeya Mabeta û Coqê ya girêdayî bajarê Efrînê ji bo sersaxiya mabatên herdu şehîdan Armanc û Demhat kirin.
ANHA/EFRÎN