Rayedarên Wezareta Parastinê ya DYE’yê, diyar kir ku wan sewqiyata çekan a ji bo YPG’ê daye destpêkirin.
Du rayedarên Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ev agahî da û rayedarekê jî diyar kir ku veguheztina çekan a ji bo YPG’ê beriya 24 (48) saetan dest pê kiriye.
Rayedaran agahiyên têkildarî cûreyên çekan û bi kîjan rêyan radestî YPG’ê kirine diyar nekirin. Hat diyarkirin ku di nava çekên ji bo YPG’ê de, çekên mekîneyî, wesayîtên zirxî û bûldozer jî hene.
Serokê DYE’yê Donald Trump, di destpêka meha Gulanê de, beriya operasyona Reqayê alîkariya çekdayîna YPG’ê erê kiribû. Hikûmeta Tirkiyeyê nerazîbûna xwe ji vê biryarê nîşan dabû.
NAVENDA NÛÇEYAN