ERDOGAN ALTAN / MA / EFRÎN
Beşa Lêkolîn û Arşîva komên çete yên girêdayê dewleta Tirk derbarê çalakiyên YPG/YPJ’ê de, ji bo endamên xwe hişyar bikin, talîmatnameyek belav kir. Di talîmatnameyê de tê gotin, her diçe ciwan tevlî nav refên YPG’ê dibin û tên. Di talîmata bi deng de jî hat gotin ku Kurdên ji 15 salî jortir ji Efrînê bên derxistin.
Talîmatnameya ku ji aliyê Beşa Lêkolîn û Arşîva komên çete ve di rojên dawî de bi zimanê Erebî hat nivîsandin û weke hişyarî li endamên xwe belav kirin, wiha ye: “Kurd bi armanca êrişkirina ser Efrînê, artêşa xwe mezin dikin û hejmareke mezin a ciwanan jî tevlî artêşa xwe dikin. Bi armanca bidestxistina Efrînê, amadekariya êrişkirinê hene. Jixwe şehîd xistina hevalên me yên dawî de her kes pê zane û malûmê we ye. Di heman demê de jî rêjîm propogandayên operasyona Idlibê dike û bi riya ragihandinê belav dike. Li gorî hin agahiyên piştrast ji çavkaniyên me yên bi ewle, di nava Îlonê de dê operasyona Efrînê ji aliyê Kurdan ve dest pê bike û Kurd dibêjin ku dema zivirandin û rizgarkirina Efrînê hatiye. Li ser vî esasî divê her endam û alîgirê tevgera me ya azad li hember van agahiyan tedbîrên cidî bigire.”
Kurdên ji 15 salan û jê mezintir ji Efrînê derxin
Berpirsiyar û Fermandarê Firqa 23’an a Rewşa Lezgîn Ebû Hiseyin jî, bi dengê xwe talîmat li tevahî hêzên Efrînê belav kir û got, “Her ku diçe çalakiyên YPG’ê xûrtir dibin. Ji bo alîkariyê nedin wan, weke tedbîr kesên Kurd ên 15 salî û mezintir ji Efrînê derxin.” Hiseyîn bi dengekî hişk talîmata hişyariyê dide û radigihîne ku divê hemû endam bi awayekî cidî li ser vê biryarî rawestin.
4 eskerên dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê encamnameya çalakiyên xwe yên hefteya bihurî li Efrînê eşkere kir. Navendê ragihand ku di çalakiyan de 4 çete li Efrînê hatine kuştin.
YPG´ê têkildarî pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê, encamnameya çalakiyên hefteya bihurî bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.
* Di 3’yê Îlonê de hêzên me li gundê Meryemînê yê girêdayî navçeya Şera li hemberî siwareyeke eskerî ya girêdayî koma çete ya bi navê Lîwa El-Şemal ku çar çete tê de bûn, çalakiyeke bibandor kir. Di encama çalakiyê de maşîn bi temamî hat rûxandin û 4 çeteyên tê de, hatin kuştin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Ebdilkerîm Şihade – Hums, Dîbo İsmael – Heleb, Omer Heşeş – Idlib, Mihemmed Mistefa – Minix.
4 ji wan eskerên Tirk in
* Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Îlonê de ji raya giştî re ragihandibû ku di çalakiyên hêzên me yên 3’yê Îlonê li navenda bajarê Efrîn û gundewarên Şêrawa de tevî serçeteyekî 15 çete û eskerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. Hate piştrastkirin ku 4 kes ji wan eskerên artêşa Tirk a dagirker in.”
NAVENDA NÛÇEYAN