Hêzên YPG’ê bajaroka Tiwêna ya Hesekê ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kir.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya YPG’ê îro saet di 12.00’an hêzên YPG’ê ku ev 3 roj “Opersyona Şorşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temir ê” dabûn destpêkirin,  bajaroka Tiwêna ya li ser riya Hesekê Til Temir ji çeteyan rizgar kir. Bajaroka Tiwêna ku ev demeke komên çete wek navenda sereke li herêmê bikdar tanîn û ji vir êrîşî welatiyan dikirin.

YPG: 12 çete hatin kuştin   

Derbarê “Opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temirê”de Navenda Çapemeniya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê bi armanca paqijkirina herêmê ji komên çete ên hov û parastina ewlekariya sivîlan dest bi opersyona Tolhildana Şehîdên Til Temir kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyon bi tevlîbûna Tugaya YPG’ê ya çalakiyên taybet ku girêdayî fermandariya giştî û tabûrên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya (YPG) ya Hesekê duh di saetên êvarê de li herêma di navbera Hesekê û Til Temirê de dest pê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê rêya Til Bêder- Hesekê bi temamî ji komên çete paqij kirine û gundên Elwan û Mişêrfe rizgar kirine. Her wiha şervanên YPG’ê Navenda xwedîkirina mirîşkan, Mêvanxaneya Wezîr, navenda bêhnvedanê ya Layvstûn, Mesakin û Meslex ku komên çete wekî bargeh bikar tînin xistine destê xwe.
Di berdewama daxuyaniyê de hate ragîhandin ku komên çete yên di bajaroka Tiwêna de ne welatiyên sivîl wekî mertal bikar anîne û wiha hate domandin: “Ji ber metrsîna me ya li ser jiyana sivîlan, em heta niha ne ketine bajaroka Tiwêna. Me bajar bi tememî dorpêçkiriye. Em ê kar bikin bajar ku rizgarbikin bajêr bê yî ku ziyan bighêje welatiyên sivîl pêk were.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama operasyonê de 12 endamên komên çete hatine kuştin, her wiha hinek çek û çebilxane hatine destserkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiyan de şervanekî YPG’ê jiyana xwe jidest daye. Di dawiya daxuyaniyê  soz hate dayîn ku operasyon heta herêm ji komên çete bi temamî bê paqijkirin dê berdewam bike.

HESEKÊ




Li Sûriyeyê pevçûn didomin
Li Otogara Somariye ya li Şamê roja sêşemê teqînek pêk hat û di teqînê de 15 kes mirin. Televîzyona dewleta Sûriyeyê, diyar kir ku li Rojhilatê Şamê li Garaja Somariye ya li ser riya Libnanê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat û 15 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn. Navenda Çavderiyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 6  heb leşkerin. Çavkaniyên Sûriyeyê  da zanîn ku di encama êrîşa topa hawinê ya li kolana Bexdayê ya Şamê de 3 kes mirin e û 4 kes birîndar bûne. Diyar kir ku li banliyona Berze di encam erîşa topa hawinê de 15 kes birîndar bûne. n ŞAM