Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî bi daxuyaniyek nivîskî ku li ser malpera xwe, belav kiriye, eşkere kir.
William Savage di destpêka sala 2015’an ji bo piştgiriya têkoşîna azadiya li Rojavayê Kurdistanê tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûbû. William navê Amed Kobanê ji xwe re hilbijartibû û di astekî bilind de di şerê li hember DAIŞ’ê de alikariya xwe ji dil û can pêşkeş kir û di çendîn operasyonên leşkerî de cihê xwe girt. Di daxuyaniya YPG’ê de têkildarî kesayeta William Savag de wiha hate gotin: “Wî dizanî ku bê idaletî li dijî her însanekî li her aliyê dinyayê dikare metirsiyek mezin li ber me hemiya be, ji ber wê, berpirsyariya sekinandin li hember wan tehdîdan bi serbilindî pêkanî. Tevî hemû cêwaziyan, William baweriya me di avakirina jiyanek aştiyane û hevbeş zêde dikir.”
‘Ji bo min tecrûbeyek mezin e’
Di daxuyaniyê de li ser biryardariya şervan William Savag (Amed Kobanê) ev gotinên wî hatin parve kirin: “Çareseriya rewşa niha wê dem bikişîne û ez jî ji bo demdirêj hatime, di aliyê şer û jiyan de zehmetî hebûne lê dîsan ji bo min tecrûbeyek mezin e. Di her aliyê ku bikarim ez ê alikariya xwe dewam bikim.”
YPG’ê destnîşan kir ku Amed Kobanê, ji bo tevlî hemleya ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê Minbicê dabû dest pê kirin be, gellek bi israr bû. Di daxuyaniyê de derbarê şehadeta şervanê xwe yê Emerîkî de YPG’ê ev peyam da: “ Di 10’ê Tebaxa 2016 dema ku hêzên Minbicê gavên dawiyê ji pengava rizgarkirinê davêtin, hevalê Amed û yekîneya wî ku ji destpêka operasyonan beşdarê wê pêngavê bibû di xelaskirina hezaran welatiyan de para xwe girt, herî dawî ew di dema serê li gel çeteyên DAIS’ê rastî topbarana dijmin hat û di encam de bi giranî birîndar bibû, tevî hemû hewldanên pizişkî hevalê Amed nehate xelaskirin û di wê rojê de gihîşte şehadetê. Weke Yekîneyên Parastina Gel em sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata şehîd û hemû gelên Rojava û Amerîka dikin û bejna xwe li ber mezinahiya fedakariya şehîd ditewînin. Bîranînên William wê di dil û giyana hemû hevalên wî de zindî bimîne.
Nasnameya şehîd
Navê Tevgerî: Amed Kobanê
Navê Rast: William Savage
Navê Dayikê: Nancy
Navê Bav: Reginald
Cihê Ji Dayikbûnê:
Maryland / USA
Cih û Dîroka Şehadetê:
Minbic / 10 Tebax 2016