Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 3 jinên Êzîdî yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de rizgar kirin bi amadebûna şandeyek ji mala Êzîdiyan dewrî Desteya Jin a kantona Cizîrê kir.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah, Hevserokê Mala Êzîdiyan a kantona Cizîrê Îlyas Sîdo, endamê Komîteya Lihevanîne ya Yekîtiya Êzîdiyan a kantona Efrînê Şêx Qenber, Endamê Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê Celal Cindo û Rêveberiya Buroya Jin a Mala Êzîdiyan Lava Cindo her 3 jinên Êzîdî Selîme Sîdo ya 27 salî, Nîdal Alî ya 20 salî û Bêrîvan Ferman a 9 salî jî bi xwe re anîn Desteya Jin a kantona Cizîrê.

Seroka Desteya Jin a kantona Cizîrê Emîne Omer xêrhatine şandeyê kir û cejna Çarşema Sor li wan pîroz kir.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah derbare rewşa her 3 jinên Êzîdî ji ANHA`ê re axivî û wiha got: ʺHemleya Xezeba Firatê ji bo tolrakirina jinên Êzîdî destpê kir. Yekîneyên me di Hemleya Xezeba Firatê de gelek jin û bi taybet jinên Êzîdî rizgar kirin.ʺ

Nesrîn Abdullah di berdewamiya gotinên xwe de got ku piştî wan 137 Êzîdî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, di van hefteyên dawiyê de gurûpeke dîtir ji Êzîdiyan rizgar kirin û di nava wan de her Selîme Sîdo ya ji gundê Koço, Nîdal Alî û zaroka bi navê Bêrîvan Ferman a 9 salî ku ji navenda Şengalê ye, rizgar kirin.

Di berdewamiya gotinên Nesrîn Abdullah de hat gotin ku ew jinên Êzîdî yên ku rizgar kirine dewrî Desteya Jin a kantona Cizîrê dikin.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah wiha dawî li gotinên xwe anî: ʺEm weke YPJ`ê soza ku ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî ji çeteyên DAIŞ`ê ku me dayî, emê pêkbînin.ʺ

Desteya Jin a kantona Cizîrê Emîne Omer jî wiha got: ʺJi bo em her 3 jinan bighînin malbata wan em ê bi Meclîsa Êzîdî ya Şengalê re têkevin nava têkiliyê û wan bidin malbatên wan.


 QAMIŞLO