Şervanên YPJ’ê yên tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne got, “Armanca me ne tenê rizgarkirina jinên li Dêra Zorê ye. Li ku derê koledarî li jinan bê ferzkirin, em ê li wir bin û jinan rizgar bikin. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin û azadiyê misoger bikin.”  

Roja 9’ê Îlonê, Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê bi tevlîbûna Hêzên QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê di civîneke çapemeniyê de li navçeya Şedadê ragihand ku ew dest bi Pêngava Bagera Cizîrê dikin. Ev pêngav bi armanca rizgarkirina rojhilatê Firatê û paqijkirina bejahiya rojhilatê Dêra Zorê hatiye destpêkirin. Şervanên YPJ’ê ku cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê de digirin, nihêrîn û hestên xwe yên li ser vê mijarê anîn ziman.


Hilanîna tola jinan


Koçerîn Tolhildan da zanîn ku armanca wan ji pêngavê ew e ku tola hemû jinan hilînin û got, “Bi beşdariya li vê pêngavê re hestên pirr cuda bi me re peyde dibin û moralê me pirr xurt e.  Em ê di vê pêngavê de êşa ku jin û gel dikşînin, bi dawî bikin. Çawa ku me jinên Reqayê rizgar kirin, em ê jinên Dêra Zorê û gundewarên wê jî rizgar bikin. Çawa ku jinên Rojava û Şengalê ji qirkirinê hatin rizgarkirin, jinên li tevahiya Sûriyê jî wê werin rizgarkirin.”


Azadkirina jinan erka sereke ye

Şervana YPJ’ê Mizgîn Botan jî diyar kir ku jin ji kîjan welatî dibe bila bibe erka xwe dibîne ku jinan ji koletiyê rizgar bike û got, “Ev pêngav ji niha ve bi coş û moraleke pirr bilind bi pêş ve diçe. Em bi dil û can beşdarî bûne. Mebesta me jî ew e ku çi jinên Kurd, Ereb, Êzîdî û hwd ji çi ol û neteweyan be bila bibe, ji bo me ferq nake û em ê tevahiya jinan rizgar bikin. Heger hemû jinên Kurd rizgar bibin û jineke ji pêkhateyeke din kole be, wê demê em xwe azad nahesibînin.”
Mizgîn Botan got, bi rizgarkirina her jinekê coş û moralê wan zêde dibe û wiha pê de çû: “Armanca me ne tenê rizgarkirina jinên Dêra Zorê ye. Armanca me ew e ku li ku derê jin rastî şidetê bê, em ê li wir bin û wê rizgar bikin. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin ta ku azadiyê misoger bikin û em ti carî koletiyê qebûl nakin. Ji bo Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî em amade ne ku têbikoşin. Pêwîst e jinên ku tên rizgarkirin jî cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin, da ku em tevahiya gel û jinan rizgar bikin.”
 



Tinekirina hêzên terorîst

Bêrîtan Warşîn jî yek ji şervanan e ku beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûye. Warşîn diyar kir ku armanca wan rizgarkirina hemû jinên Sûriyê ye û got, “Em ê hêzên terorîst ji ser axa Sûriyê tine bikin ji bo ku gel karibe azad bijî. Bangawaziya min ji bo gelê Dêra Zorê û nexasim ji bo jinên wê, ew e ku bi şervanên YPJ’ê û Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê re bibin alîkar da ku di demeke nêz de werin rizgarkirin.” 


 ANF/DÊRA ZOR