Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah agahî dan û got, wan di hemleya Rizgarkirina Reqqayê de 137 welatiyên Êzîdî rizgar kirine.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abudullah der bare rizgarkirina welatiyên Êzîdî de got, pirraniya van 137 kesan jin û zarok in û ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin.

Di komkujiya 3`yê Tebaxa 2014`an gelek Êzîdî û bi taybetî jî jin ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin û li sûkan hatin firotin. YPJ`ê ji bo Êzîdî û bi taybetî jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike, kete nav hewldanê.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah têkildarî mijarê got, bi riya hêzên xwe yên taybet wan di Hemleya Xezeba Firatê de 137 Êzîdî ku zêdetirê wan jin û zarok in, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.

Nesrîn Abdullah di dewamê de da zanîn ku hinek ji Êzîdiyên rizgarkirî li ser daxwaza wan gihandine malbatên wan û hinek jî radestî aliyên peywendîdar kirine.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺDi hemleya Xezeba Firatê de me soz dabû ku em hemû jinan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û em dîsa soza xwe ya rizgarkirina hemû jinan dubare dikin.ʺ 


ANHA / QAMIŞLO