
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê 4 meh li dû xwe hişt. Ji fermandarên YPJ’ê yên Kobanê Gulîstan Kobanê, berxwedana 120 rojî ji ANF’ê re nirxand.
Kobanê da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ’ê ev 120 roj e êrîşî Kobanê dikin û dirûşma YPJ’ê ya li hemberî van êrîşan ‘Bi tenê YPJ bimîne jî Kobanê wê têk neçe’ ye û got, “Di nava 120 roj in bihurî de YPJ ji her alî ve bi berpirsyariyê vê dirûşmê rabû. Jinên Kurd bi pêşengiya YPJ’ê, bi canfedaî û vîneke mezin ber bi serketinê ve dimeşin. Berxwedanê nîşan da, ku çeteya DAIŞ‘ê yan jî hêzeke din, li cihekî YPJ lê heye nikare li hemberî gelê Kurd encamekê bi dest bixe.”
Hedef’a DAIŞ’ê vîna jinê ye
Kobanê bibîr xist, ku YPJ li hemberî mejiyê bi serweriya mêr ava bûye û destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ‘ê ne tenê Kobanê di heman demê de dixwazin vîna jinê jî teslîm bigirin. Kobanê diyar kir, ku YPJ’ê ev êrîş pûç kiriye û got, “Derba giran li DAIŞ‘ê xist. Berxwedana YPJ’ê jin veguherand îradeyekê. Li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr hêza berxwedanê da jinê. Berxwedana jinê ya li hemberî çeteyeke hov a mîna DAIŞ‘ê, ji bo jinên li gelemperiya cîhanê, li dijî zîhniyet û rêxistinbûyînên bi serweriya mêr, hêviya berxwedanê afirand.”
Kobanê da xuyakirin ku li hemû eniyên YPJ lê ne, hêrsa li hemberî dijmin, biryardariya berxwedanê, paşde nevaêtina gavê û dîsîplîn weke pratîkên bingehîn xwe nîşan dan. Kobanê destnîşan kir ku ev yek bû sedem ku di serî de civaka Kurd rêxistinbûyîna şervanên mêr vîna jinê bibîne.
Kobanê ragihand ku di berxwedana Kobanê de şervanên jin li qadên krîtîk helwesteke bi şêweyê “berxwedan û ti carî dest jê bernedana mewziyê” nîşan didin û got, “YPJ’ê di hin kêliyan de ji tinebûnê hebûn afirand û êrîşên herî krîtîk ên dijmin şikand. Ti carî nebû xwedî ‘Wê tine bibe, Kobanê wê bikeve’. Berevajî di kêliyên herî zehmet de baweriyek bi şêweyê ‘Kobanê wê têk neçe, em ê ti carî nehêlin têk biçe. Di kêliya herî bê derfet de jî em ê berxwedanê dewam bikin’ serdest bû. Mînak; li gelek gundan hevalên me yên jin di kêliya dawî de bombeyên li ser xwe teqandin, teslîmî dijmin nebûn, heta dawiyê li ber xwe dan. Her wiha di berxwedana me de rêhevalên me Delîla, Hêvî, Nûda û Arîn Mîrxan bi berxwedana xwe re rê nedan dijmin û bi lehengî şehîd ketin. Ev rêhevalên me bûn sembola azadiya jinên Kurd û cîhanê.”
‘Hişmendiya DAIŞ’ê hilweşiya’
Kobanê diyar kir ku hêza jinê tirs û psîkolojiya hovîtiyê ya çeteyên DAIŞ’ê afirand hilweşand û anî ziman ku şervanên YPJ’ê bûn tirs û xofa dilê çeteyên DAIŞ’ê.
Kobanê da zanîn ku YPJ di pêngava li Kobanê de tempoya xwe jî derbas kir û got, “Di pêngavê de me şehîd dan, mîna di tevahiya şer de YPJ di qonaxa pêngavê de jî dest ji pêşengiyê berneda û heta pêngav bigihêje serketinê wê dest jê bernede.”
Kobanê got, “Di rojên dawî de mercên zivistanê dijwar bûn. Serma û seqem hat, lê bahoz, boran, serma û çeteyên DAIŞ’ê nikarin me bisekinînin” û destnîşan kir, ku ew li Kobanê xwedî biryar in û li hemberî mercên dijwar ên demsalê û her şêwe êrîşên dimin xwedî vîn, bawerî û tedbîran e.
Kobanê got, “Ne DAIŞ ne jî serma nikarin me bisekinînin. Pêngava azadkirina Kobanê wê dewam bike û Kobanê wê azad bibe” û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: “Bila cîhan zanibe ku têkoşîn wê mezin bibe û dewam bike. Em ê vê berxwedanê û vê tempoyê kêliyekê be jî danexînin û em ê dewam bikin. Di kesayetiya hevalên me yên di berxwedana 120 rojî de şehîd ketin, em soza serketinê didin tevahiya jinên li cîhanê.”
SEDAT SÛR/ANF/KOBANÊ