YPS´ê da zanîn ku li Nisêbînê 1, li Şirnexê 15, li Wanê jî 13 tîmên taybet hatine kuştin.  Çekdarê dewleta Tirk ê li Nisêbînê li devera Weysîka 29´ê Nîsanê hat kuştin.

Li Şirnexê jî 26´ê Nîsanê li taxa Îsmet Paşa çekdarên dewletê ên xwestin bikevin du malan hatin dorpêçkirin û di vî şerî de 8 çekdarên dewletê hatin kuştin û alavên eskerî ên li ser wan jî hatin desteserkirin.  Li Şirnexê heman rojê wesaîtên zirxî ên tîpa Kirpî û Kobra bûn hedefa çalakiyên YPS û 2 çekdarên dewletê hatin kuştin. Li taxa Gazîpaşa jî sê tîmên taybet ên dixwestin deriyê malan bişkînin hatin kuştin.

27´ê Nîsanê jî li Şirnexê li sê cihên cihê bi giştî 3 tîmên taybet hatin kuştin. Çekdarên dewletê yên ku heman rojê sê caran hewl dan bikevin taxa Îsmet Paşa jî çikestin, lê hejmara kuştiyan nehat zelalkirin.

YPS´ê da zanîn ku li Wanê jî 25´ê Nîsanêli navçeya İpekyoluyê li taxa Karşıyaka maşîneke zirxî ya çekdarên dewleta Tirk hatiye rûxandin û paşê bi roketan jî êrişê dewam kiriye. YPS´ê da zanîn ku di vê çalakiyê de 3 tîmên taybet hatine kuştin. 

27´ê Nîsanê jî li taxa Xaçort a Îpekyoluyê bi roketan çalakiyek li dijî maşîneke zirxî pêk hat, lê YPS´ê encamên wê zelal nekirin. Heman rojê di şerê di navbera YPS û çekdarên dewleta Tirk de gelek çekdarên dewletê hatin kuştin, û YPS dide zanîn ku çavkaniyên herêmî behsa 4 tîmên taybet ên kuştî dikin.

Heman rojê li taxa Hîsar a Îpekyoluyê jî maşîneke zirxî ya tîpa kobra hat îmhakirin, lê hejmara kuûtiyan nehat zelalkirin. YPS´ê bi bîr xist ku 18´ê Nîsanê jî li navçeyê bi roketan wan li du maşînên zirxî xistiye û bi awayekî zelal 6 çekdarên dewletê kuştine. Di daxuyaniya YPS´ê de wekî din hat ragihandin ku 19´ê Nîsanê Kadir Tanit ê bi navê şervan Hamza Cudî yê ji Gundikê Remo, bi awayekî lehengane şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN