Li ser rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê doh berê sibê li dijî maşîneke zirîhpoş ya tîpa Ûral çalakiyek hat lidarxistin. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi rêya medyaya civakî berpirsyariya çalakiyê girt ser xwe. YPS'ê diyar kri ku bi teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin, maşîna zirîhpoş îmha kirine. Hat ragihandin ku di encama teqînê de 5 polîsên tîmên taybet ên di wesayîtê de hatine kuştin. YPS-Şirnexê diyar kir ku ev çalakî ji bo bersivdayîna li qetilkirina 2 ciwanên li Taxa Dîcleyê hatiye lidarxistin.

YPS-Şirnexê her wiha da zanîn ku doh danê sibehê li ser rêya Çakirsogutê çawişekî pispor hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêr jî li dijî holikeke pênc polîs tê de çalakiyeke bi roket hatiye li dar xistin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.


Li Stenbolê 2 polîsên Tirk hatin kuştin

Li aliyê din Însiyatîfa Ciwanên Apoyî da xuyakirin ku wan pêr li Stenbolê 2 polîsên Tirk kuştine.

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

“5’ê Çile saet 19.30’an li navçeya Stenbolê Eyupê li hember wesayîta polîsan a li ser rêya TEM’ê ji 20 metreyan kalaşnîkof hatin bikaranîn. Bi awayekî bandor hedef hat gulebarankirin. Di vê çalakiyê de bi zelalî 2 polîs hatin kuştin. Çalakî, ji bo bîranîna Oran ê li Sûrê şehîd bûyî pêk hat.” 


 ŞIRNEX/STENBOL