Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Sûrê li Amedê li dijî nobedar û polîsên dewleta Tirk çalakiyeke çakdarî pêk anî. Yekîneya Tolhildanê got, qeyûm temsîla pergala mêtingeriyê ne û ew ê ji bo wan bêdeng nemînin.
Yekîneya Tolhildanê ya YPS'ê ya Şehîdên Sûrê doh bi daxuyaniyeke niviskî got, "Endamên me 17'ê Gulanê saet 01.00'ê li navçeya Peyasê ya Amedê li Herêma Sinayî ya 3'yan li dijî nobedar û polîsan ku li ser dewriyê bûn bi çekên şexsî çalakî kirine."
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku di çarçoweya tolhildanê ya li dijî mêtingera û sîxûr-nokeran de çalakî pêk anîne û zelal nebûye bê ka çend polîs-nobedar hatine kuştin û birîndar bûne.'
Dagirkerî û nokerî hedef in
Yekîneya Tolhildanê der barê armanca çalakiyên xwe de jî weha got, "Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi anîna qeyûman a li ser hevşaredaran, ku bi vîna gelê Kurdistanê hatine hilbijartin, hewl dide ku pergala mêtingeriyê tebût bike. Qeyûm êrîşa li ser vîna gel e. Li dijî her cure êrîşên faşîstî yên dewleta TC'ê yên li ser Kurdistanê em ê li her deverê derkevin pêşberî wan. Di serî de noker û bêbextên ku li Kurdistanê dewletê li ser piyan bihêlin, heta ku em hemû sazî û dezgehên şerê taybet paqij nekin em ê nesekinin.''
NAVENDA NÛÇEYAN