Yûsûf Îba, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 108 roj in li bajarê Kanadayê Torontoyê di greva birçîbûnê de ye. Aktîvîstên ji gelek welatan peyamên piştgiriyê ji Îba re şandin.

Aktîvîsteke Îranî: Merhaba Yûsûfcan, ez dayikeke Îranî me ku 2 zarokên min hene. Hevalên min ên Kurd ên ji Tirkiyeyê ji min re qala rewşa te kirin. Zanibe ku em gelekî ji te hez dikin; ji ber ku greva te ji bo mirovahiyê ye. Ez pê piştrast im ku di demeke gelekî kurt de em ê Kurd û Kurdistana azad pîroz bikin. Em bi te serbilind in. Serketin.

Aktîvîsteke Rûs: Merhaba Yûsûf, navê min Yana ye. Ez vê çalakiya te ji dil pîroz dikim ku ji bo guhertina sîstema xerabe, tu pêk tînî. Tu welatî û birayekî baş î. Hêvî dikim di çalakiya xwe de tu wê serketî bî û siheta ye wê baş be.

Aktîvîsteke ji Efrîkayê: Tu her bijî Yûsûf Îba. Serketin.

Aktîvîsteke Brîtanyayî: Min serpêhatiya te bihîst. Min gelekî dixwest ji te re bibim alîkar, lê belê tişta ku tenê karibim bikim, dua ye ji bo te. Ji bo siheta te û azadiya Kurdên li gelemperiya dinyayê dua dikim. Ya ku tu niha dikî gelekî hêja ye, em hêvî dikin ku wê rojekê aştî û azadî li tevahiya dinyayê be. Ji kerema xwe her tim xurt be. Serketin, roj baş.

Aktîvîstekî Koreyî: Merhaba Yûsûf Îba. Ez ji Koreyê me. Bi dîtina min, bêyî cihêkariyê divê mirov xwedî mafên wekhev bin. Min bihîst ku ev demeke dirêj e tu di greva birçîbûnê de yî, ji ber vê yekê teqdîr dikim. Hêvî dikim ku tu yê bi ser bikevî. Ji ber têkoşîna te ya li dijî bêedaletî û cihêkariyê, spasiya te dikim. Ji bo gelê Kurd jî daxwaza aştiyê dikim.

Aktîvîsta Swîsreyî: Merhaba Yûsûf, ez jineke Azerî me û li Swîsreyê me. Min ji hevalên xwe yên Kurd ên li Kanadayê çalakiya te bihîst. Ji bo piştgiriyê bidim te, vî dîmenî dişînim. Ya ku tu dikî tiştekî gelekî mezin e û bi rêzdarî pêşwazî dikim. Hêvî dikim tu wê bi ser bikevî. Ji bo tevahiya gelê Kurd jî daxwaza jiyaneke azad dikim.

 

ANF / TORONTO