Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat li benda serlêdanan e.  3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat îsal bi rê ve diçe. Pêşbirka îsal ji bo bibîranîna endamên YPS’ê Mardîn Çelebî (Sarîna) û Îbrahîm Çelebî (Zîndan) ên li Hezexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dayî, pêk tê. 

Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) pêşbirkê organîze dike û ji 22’ê Nîsana 2017’an û vir ve miracaeta qebûl dike. Xelatên pêşbirkê jî wê di 8’ê Tebaxa 2017’an de bên dayîn.

Pêşbirka îsal ji bo bîranîna xwişk-bira Mardîn û Îbrahîm Çelebî yên li navçeya Şirnexê Hezexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, tê lidarxistin. Miracaet dê heta 25’ê Hezîranê karibin bên kirin.

Encamê pêşbirkê jî wê di 8’ê Tebaxa 2017’an de li wargeha penaberan a Mexmûrê bi merasîma xelatdayînê bê eşkerekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser pêşbirkê bi vî rengî ne:

Zimanê tevlîbûnê: Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî), Erebî û Tirkî

Mercên tevlîbûnê:
*Berhem divê beriya niha li cihekî din nehatibe weşandin
*Beşdar di beşa helbestan de 2, di beşa çîrokê de jî bi berhemekê dikarin tevlî bibin
*Beşdar divê berhemên xwe bi kurtenivîseke li ser jiyana xwe, heta 25’ê Hezîrana 2017’an bi rêya e-maîlê bigihînin organîzatoran.

Navnîşan:

Hewlêr/ Kampa Penaberan a Mexmûrê / Saziya Ciwanan
Email: yekitiyaxwendevanenazad@hotmail.com
Email: yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com
www.facebook.com/denizfirat2015


Tel:009647510615198 û 00964751049589