Dewleta Tirk a dagirker, li Kurdistanê bi tevahiya sazî û hêzên xwe zilmê li Kurdistanê û Kurdan dike. Piştî çalakiya li dijî wesayîta zirxî ya dagirkeran a li Yenîşehîrê, polîsan 2 zarok destgîr kirin; piştre jî polîsan ev zarok birin nav erdekî beyar û li wir êşkence li wan kir. Dayika yekî ji zarokan (M.A.) Fatma Akkalin, got, “Hingî lê dabûn, ne li ser hişê xwe bû.”
Di 24’ê Tîrmehê de polîsên dewleta Tirk zarokên bi navê M.A (17) û A.E. (17) destgîr kirin. Li gorî şahidan, polîsan M.A. û A.E. li ser rêya Farqîn-Amedê birin nav erdekî beyar û êşkence li wan kir. Zarok piştre jî birin Midûriyeta Polîsan a Amedê û li wir careke din êşkence li wan kirine.
Di 25’ê Tîrmehê de jî birayê M.A., M.A.’yê 16 salî jî hat destgîrkirin. Her du bira û A.E. li Midûriyeta Polîsan a Şaxa Zarokan ragirtî ne. Dayika M.A. Fatma Akkalin, çûbû wir ku zarokên xwe bibîne, lê îdîa kirine ku kurên wê ne li wir in. Wê li wir hevalê kurên xwe dîtiye: “Wexta ji Şaxa Zarokan derdiketim, min hevalê kurê xwe di wesayîta polîsan de dît. Ser çavên wî perîşan bibûn. Nikaribû bimeşe. Li ser çavên wî birîn hebûn.”
Em ê we bikujin
Akkalin da zanîn ku paşê hîbûye ku zarok birine TEM’ê, lê li ser daxwaza me û hatina parêzeran, zarok birine Şaxa Zarokan. Akkalin ji wir ji bo dîtina zarokên xwe diçe Şaxa Zarokan: “Dev û pozê wî di nav xwînê de mabûn. Min kir û nekir, nehiştin nêzî kurê xwe bibim. Wexta min kurê xwe dît, lingê wî li pey wî dihatin. Dîtira rojê parêzer çû cem kurê min. Got, kurê te di halekî wilo de ye ku nikare xwe îfade bike. Paşê min kurê xwe dît. Wexta min ew hemêz kir got ‘dayê bisekine her derê min diêşe.’ Te digot qey parxwanê wî hemû şikiyane. Kurê min got, ew birine nav erdekî û li wir polîsan bi qundaxên çekan û bi hesinekî bi navê wî nizanin, li wan dane. Sixêf ji wan re gotine û gef li wan xwarine, gotine ‘ev şansê we yê dawî ye, em ê we bikujin.’”
Sîleh xistin serê keça 9 salî
Akkalin got: “Pêşî kurê min birine nexweşxaneya dewletê, paşê ew birine nexweşxaneya leşkerî. Lê rapora derbkirinê nedanê. Hingî hatibû derbkirin ne li ser hişê xwe bû. Kurê min perîşan kirine. Saeta bûyer qewimiye kurê min li ber marketê ye, dîmenên wî hene. Lê dîsa jî wî bernadin. Bênavber êşkenceyê lê dikin.”
Akkalin wekî din da zanîn ku polîsan berê jî avêtiye ser mala wan û çek xistine serê keça wê ya 9 salî û got: “Derûniya keça min xira bû. Lêvên wê qelişîn. Êdî bes e, bila ev zilm biqede. Em ê di warê hiqûqî de hesabê vê yekê bipirsin. Em ê heta DMME’yê jî biçin.“
MA / AMED