Zana ji saziyên navneteweyî xwest, ku ji bo çareseriyê bi berpirsyarî rabin û hişyarî da ku eger hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi awayekî adîl neyên kirin, dibe ku civak ji hev qut bibe.
Parlamentera HDP'ê Leyla Zana, ku weke vexwendiya Parlamenta Ewropayê li Strasboûrgê ye, li vê derê tevlî gelek civînan bû. Beriya rûniştina Civata Giştî ya Parlamenta Ewropa ya bi mijara "Rewşa li Tirkiye û Sûriyeyê", ji bo hînbûna helwesta HDP û gelê Kurd, Zana ji bo Strasboûrgê hat vexwendin.
Parlamenter Zana di destpêkê de beşdarî civîneke hevpar a Yekîtiya Çep, Kesk û Sosyalîstan bû. Zana her wiha beşdarî civîna koma Yekîtiya Çep a Ewropayê bû û piştre li Koma Keskan û Azadiyan a PE axivî.
Zana danê êvarê jî di xwarina Koma Buroya Îcra ya Azadiyan û Keskan de amade bû. Lela Zana wê roja Pêncşemê bi Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz re hevdîtinê bike.
Zana di civîna bi endamên PE re, rewşa li Bakurê Kurdistanê vegot û anî ziman ku Kurd êdî li benda perwerdeya bi zimanê dayikê, xwerêvebirin û jiyana azad in, lê dewleta Tirk bi zext û zordariyê bersivê dide van daxwazên Kurdan.
Zana bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi polîtîkayên AKP'ê yên kûrkirina rewşa şer re Tirkiye ber bi 'Sûriyebûyînê' ve diçe. Zana ragihand ku divê pêşî li vê were girtin, tecrîd tavilê were rakirin û xwest, pêvajoya muzakereyê destpê bike. Zana, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyara 'çavê sêyemîn' jî kir.
'AKP biryare gel nas nake'
PYD û barbarên DAIŞ'ê weke hev dibîne. Zana nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê da û got, "Desthilatdariya siyasî ya ku digot bila Kurd siyasetê bikin, bila dest ji şîdetê berdin, dema Kurdan ji sindoqan rêjeya ji sedî 13 a dengan stendin, vê carê got, 'Na, ez vê vînê qebûl nakim.'
Gotin, 'Gel şaşîtî kiriye, dengê gel daye bi şaşîtî çûye." diyar kir ku divê civaka navneteweyî di mijara pirsgirêka Kurd de, ji bilî.
HUSEYÎN ELMALI/ANF/STRASBOÛRG