Mercê nivîsên wêjeyî yê yekem ew e ku nivîskar zanibin bi hostatî peyvan hilbijêrin û bi zanîn wan di hevokên xwe bi kar bînin. Zanîna bicihkirina peyvan di hevokan de zîrekiya nivîskaran dide nîşandan. Ji ber ku dîwarê nivîsên wêjeyî bi peyv û hevokên bijartî tê lêkirin û divê dîwar gelekî saxlem be. Paul Eluard dibêje; “Ji bo helbestê, pêwîstiya me bi kêmhevokan heye, ji bo ev pêk were hemû hevok pêwîst in.”
Ev gotinên Paul Eluard ji bo hemû nivîskaran pêwîst in. Ji bo wê divê xezîneya nivîskaran ya peyvan gelekî dewlemend be, da karibin hunandina peyvan di hevokan de baş bikin. Divê nivîskar zanibin ku berhemên xwe bi peyvan ava dikin. Ji bo bikaribin berhemên hêja û resan bihunin, pêwîstiya wan bi hostatiya hilbijartina peyvan heye. Peyvên ku têne xebitandin, baş werin hilbijartin, watehilgirbin û şûnên xwe rast di hevokê de bistînin. Ji ber ku hevok bi tenê ji peyvan sûd werdigirin û bi peyvan têne avakirin.
Aristoteles balê dikişîne ser zimanê helbestê û dibêje, ‘‘awayê derbirîna helbestvan ji rastiyê û mecazê peyde dibe’’...
Ev gotin ji bo hemû nivîsên wêjeyî jî rast in. Ji ber ku berhemên wêjevanan ji rastî, hest û xeyalan dizên. Ji bo ku nivîseke xweş were afirandin, divê afirîner ne tenê li gotin û hevokên rast binêrin. Di nivîsê de xeyal û mecaziyê jî tevlî rastiyê bikin. Peyv di berhemên wêjeyî de, bi mebesta afirandina wêne û sembolan têne bikaranîn. Gelek caran wêne dikarin mecazî û xeyalî bin, lê divê sipehî hatibin xêzkirin û nêzîkî rastiyê bin. Ya ku vê bike jî zanîna bikaranîna ziman e. Her kesê ji civatê ji bilî lalan zimanê civaka xwe dizane, lê gotin û rêbaza avakirina hevokan tiştekî din e. Awayê gotin û afirandina hevokên nû her kes nizane û nikare bibêje. Ji ber vê, tê gotin ku awayê derbirînê neynika xwediyê xwe ye.
Zanîna ziman û hilbijartina gotinan ji hevdu cuda ne. Wêjevan zimanê ku beriya wan hebûye bi kar tînin û zimanê xwe bi pêş ve dibin. Ne ziman hildibijêrin, di ziman de gotinan hildibijêrin û wan li hev tînin. Di nivîsên xwe de wan dike nav rêkûpêkiyeke din û wisa pêşkêş dikin.
Wêjevan ne mîna wan kesan e ku dibêjin; di aqilê wan de gelek tişt û ramanên gelekî pêwîst hene, lê dikin nakin nikarin wan bînin ziman. Ew kesên ku vê gotinê hertim dubare dikin, nezanîna xwe ya hilbijartina hevok û peyvan dibêjin. Bi rastî ku zanîna wan a ziman hebe, dê bi peyvên bedew û xwedî bandor hizir û ramanên xwe bihûnin. Yanî dê derbirîna tiştên dixwazin bibêjin, bikin. Ev ew kes in ku dema dixwazin derbirîna ramanên xwe bikin û ramanên wan difirin û namînin. Yan nizanin ramanên xwe bi zimanê wêjeyî bînin ziman. Yan jî, ramanên wan gelekî reben û feqîr in û nehêjayî gotinê ne. Ji ber ku Zerdeşt pêxember dibêje, “ramana pak, gotina pak, kiryara pak, /baş bifikire, baş bibêje û baş bike.”
Ev tê wê wateyê ku raman pêşî tê. Yanî her tişt ji ramanê dizê. Wêjevanên hostayên hilbijartina peyvê ku ramanên wan baş bin, çi bi devkî be, çi bi nivîsîkî be, dikarin baş bibêjin.
Mafê wêjevanan nîne ku bibêjin ez nikarim ramanên xwe bînim ziman. Nivîskarên wêjeyê li baxê peyv û hevokan dijîn. Nikarin bibêjin gelek ramanên min ên giranbiha hene lê ez nikarim wan bînim ziman. Ku wer bibêjin, ew ne li baxê peyv û hevokan dijîn. Ew li hişkebeyarekî bê av, bê gul û bê giya dijîn. Bila dev ji nivîsandinê berdin, li kareki din ji xwe re bigerin. Ji bo ku wêjevan çirayên ramanê ne li dîwana ziman. Rêberê pêhesîn û anîna ziman a hest û ramanê ne. Mîna ku ask (xezal) li mêrgan diçêrin pel bi pel giyayê xwe dineqînin û paşî bi kayînê wî giyayî di mîda xwe de dimehînin. Her wisa nivîskarên wêjeyê jî, li mêrga ziman, li peyvan diçêrin. Wan yeko yeko, dineqînin piştre di hevoka xwe de bi cih dikin.
Mallerme dibêje; “helbest fêrbûna hevokan e.” Nivîskariya wêje jî hewldana guhertin û avakirina hevokan bi wateyên nû pêşkêşkirin e. Ev guhartin û nûkirin ne li gora fêrbûnên roja wan bin jî, pêwîst e ji bo ku ziman bigihînin asteke bilindtir bi kar bînin. Bi avakirina hevokên nû û peydekirina peyvên nû, pêwîst e xwe nû bikin. Nabe ku bibêjin, ez wisa bi zimanê sivik dinivîsim da gel têbigihe. Gel berî wî/wê bi zimanê ku ew dibêjin, nivîsiye û gotiye. Ne pêwîst e ku tiştên her kes dizane binivîsin. Tu bi zanîn peyvan hilbijêrî bi hostatî xweşik bikî û wan di hevoka xwe de bi cih bikî, gel dê têbigihe. Nivîskarên wêjeyê divê tiştên ku hê nehatine gotin, bi hevokên nû bibêjin. Hêzeke wisa li peyvên xwe bar bikin, da hemû derî ji peyv û hevokên wan re vebin. Ji tiştên li ber destan, ên ku berê hatine gotin birevin, bilind bifikirin û ji bipêşxistina zimanê civakê re rêberiyê bikin.