
Fakulteya Zanyariyên Bingehîn û Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî di zanîngeha Kobanê de ,dest bi tomarkirinê li ser pêşkêşkirina bijartina pejirandinê ya sala xwendinê ya 2017/2018´an kir.
Tomarkirinê doh dest pê kir û heta 24´ê vê mehê wê dewam bike.
Mercên qeydkirinê jî ev in:
* Divê xwendekarê namzet hemwelatiyê Rojava be yan jî Bakurê Sûriyê be.
* Nabe ku xwendekarek li zanîngeha Kobanê bixwîne û di heman demê de xwendekarê zanîngeheke din be.
* Divê namzet bawernameya amadehî ya giştî wergirtibe (zanyarî yan jî wêjeyî), her wiha bawernameyên peymangeh û akademiyên ku li Rojava û Bakurê Sûrî hatî wergirtin, tên perjirandin, lê piştî ku ew bawername ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve bê pesindkirin û dê pejirandina xwendekaran li gorî beşê bawernameyê,sala girtinê û pileyan be.
* Divê namzet bawernameya xwe ya amadehî, ji kantonên Rojava wergirtibe, herwiha bawernameyên ku ji dewleteke biyanî hatî wergirtin jî dibin, lê piştî sererastkirina bawernameyê ji aliyê komîteya sererastkirinê di meclîsa zanîngehê de.
* Mafê her xwendekarî heye ku li gorî pileyên xwe, di hemî beşan xwe xwe qeyd bike .
* Heke xwendekarek li gorî pileyên xwe nehate pejirandin,dê tabloyekî yawer(yedek) bê amadekirin û têde beş, pile û daxwaz bên belavkirin, lê dê pêşberîna zanîngehê û hêza wê ya wergitinê li ber çavan bê girtin.
* Ji her beşekî, ji bo zarokên şehîdan 5 daniştek tên veqetandin.
Belgeyên Pêwîst jî ev in:
* Kopyayeke pesindkirî ji bawernameya amadehî.
* Kopyayeke ji nasnameya kesayetî yan ji belgeya zêstaniyê (belgeya cihê jidayîkbûnê).
* Çar wêneyên şexsî.
* Belgeyeke ji komuna ku namzet lê niştecih e.
* Belgedanekî girtî.
* Forma bijartinê ji navenda tomarkirinê.
* Piştî erêkirinê, divê belgeya bêtewaniyê ji Asayîşê wergire.
* Rêveberiya zanîngehê lîsteyekê bi navê xwendekarên hatî pejirandin, ji cihên peywendîdar re rêdike.
Lê xwendekarê/a xwedî bawernameya wêjeyî tenê dikare bijartinê di wêjeya Kurdî de pêşkêş bike.
ANHA / KOBANÊ