Li Tirkiyeyê astengiyên li pêşiya perwerdehiya Kurdî didomin. Weqfa Mezopotamya ya ku li Amedê hatî avakirin ji bo zanîngeha perwerdehiya bi Kurdî bê avakirin xebatên xwe didomîne. Weqfa Mezopotamya di 23'ê cotmeha 2011'an de li Amedê hîmên wê hatin danîn û di 21'ê Sibata 2013'an de bi awayekî fermî hat avakirin.
Perwerdehiyeke azad
Piştî ku weqf hat avakirin endamên wê ji bo li Kurdistanê zanîngehek bê avakirin dest bi xebatan kirin. Zanîngeha bê avakirin ligel perwerdehiya pirzimanî dê çand, dîrok û civakbûna sedan salan a Mezopotamyayê derbixe holê. Weqf dixwaze perwerdehiyeke azad, afîrenerî, lêpirsîner û rexnegir bide û bi vê yêkê zanîngeheke ne ku hikûmetê belê mirovan biparêze û navenda wê mirov be pêk bîne.
Ji karsazên Kurd piştgirî tê xwestin
Ewil armanc 4 fakulteyên weke "Fakulteya perwerdehiyê, fakulteya Zanistên Civakî û Mirov, Fakulteya Hunerên Bedew û Fakulteya Zanistên Tendûrîstiyê" bên avakirin û piştre ji bo avakirina "Fakulteyên tib, hiqûq, endezyarî û zanistên xwezayî, zanistên olî, hekîmtiya diranan, beytarî û çandiniyê" bên avakirin dê xebat bên meşandin. Weqfê ji bo avakirina zanîngehê bi gelek derdoran re hevdîtin kirin û li meclîsê ji bîlî MHP'ê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin û soza piştgiriyê girtin. Weqf ji bo avakirina zanîngehê ji bo budçeya wê ji karsazên kurd piştgiriyê dixwaze.
Ji bo nav bersivê nadin
Weqfê ji bo zanîngehê qada vala ya piştî Parka Newrozê diyar kir û ji bo wî erdî jî serî li Wezarata Maliyeyê da, lê heta niha tu bersiva erênî wernegirtin. Weqfê ji bo navên "Zanîngeha Amed" û "Zanîngeha Mezopotamya" serî li Enstîtuya Patentê a Tirk da, lê ji ber ku ev nav ji aliyê derdorên din ve hatine girtin, red kir. Weqfê vê carê jî ji bo navê "Zanîngeha Mezopotama" serlêdan kir lê enstîtuyê ji sala 2013'an heya niha bersiv nedaye. Weqf di heman demê de amadekariyê dike da ji nû ve miracaet bike. Piştî navê zanîngehê hat erêkirin, ew ê serî li YOK'ê bide û armanca weqfê ew e ku di nava du salan de karên qanûnî temam bike û sala 2017'an dest bi perwerdehiyê bike.
'Ji bo Kurdistanê destpêkekî girîng e'
Serokê Weqfa Mezopotamya yê berê û Parlemanterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên li Kurdistanê ne bi tenê bi biryarên siyasî, divê bi xebatên zanîstî jî bên çareserkirin. Yildirim anî ziman ku zanîngeha bê avakirin aliyekî vê yêkê yê girîng e. Yildirim da zanîn ku ji bo zanîngeha "Kurdistanê" dereng man û wiha got: "Dibe ku zanîngehek hemû pirsgirêkên Kurdistanê çareser neke, lê ji bo destpêkê girîng e. Dibe ku me li vir Mezopotamya ava kir dibe ku em li Wanê Medresetu'z Zehra ya ku Saîdî Kurdî 100 sal berê dixwest ava bike, ava bikin. Piştî vê yêkê dibe ku gelek zanîngehên din jî bên avakirin."
NURÎ AKMAN/DÎHA/AMED