Weqfa Mezopotamyayê bi armanca ji zanîngehên Tirkiyeyê re bibe alternatîf di 21'ê Sibata 2013'an Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de hat avakirin. Weqfê armanc kir di destpêkê de zanîngehek pirzimanî ava bike û ev du sal in jî li ser zanîngeha bi navê Mezopotamyayê bê navber xebatên xwe didomîne. Weqf ji aliyê 288 damezrîneran ve hat avakirin. Ji bo zanîngehê jî desteyek mutevellî ku 26 kesan pêk tê hat avakirin. Di nav vê destê de jî sê komîsyonên bi navê Komisyona Perwerde û Lêkolîn, Têkiliyên Derve û Aboriyê ku bikaribin bingeha zanîngehê saz bikin hatine avakirin. Li gel gelek fakulteyan, zimanê Zanîngeha Mezopatamyayê jî bi giranî du zaravayên Kurdî û îngilîzî be. Her wiha ji bo perwerdeya zimanan jî beriya lîsansê salek pola amadehiyê bê dayîn.
'Wê xizmeta gel bike'
Sekreterê giştî ya Weqfê Mehmut Togrul, anî ziman ku xebata amadehiya zanîngehê li ser du xalan dimeşe yek ji van xebata fîzîbîliteya plana stratejiyê a din jî aboriya zanîngehê ye. Togrul, da zanîn ku Weqf û Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê bi hev re ji bo bingeha aboriyê yê zanîngehê ava bikin dixebitin. Togrul, destnîşan kir ku armanca avakirina zanîngehek pirzimanî û di serî de perwerdeya zimanê Kurdî di destpêkê de xizmeta gelê Kurd û gelên mezopotamyayê bike û wiha got: "Em dixwazin li ser axa Kurdistanê û erdnîgariya ku Kurd lê dijîn vê xebatê bimeşînin. Armanca weqfa me ne tenê vekirinek zanîngehekê ye her wiha di her astê de saziyên perwerdehiyê em dixwazin vekin. Me bi vekirina zanîngehêkê dest bi kar kir."
Civaknasî, çand û hunera Kurdan
Togrul, destnîşan kir ku ew ê di destpêkê de Fakulteya Perwerdehiyê ava bikin û armanca vê fakulteyê jî ji bo fêrkirina zimanê Kurdî û zimanên gelên ku li ser erdnigariya Mezopotamyayê dijîn bibe û wiha got: "Ligel armanca fêrkirina zimanê Kurdî, di vê fakulteyê de mamosteyên ziman ku bikaribin dersên ziman bidin bên perwerdekirin. Fakulteya Zanistên Civak û Mirovan û Fakulteya Xizmeta Tenduristiyê jî tê armanc kirin ku di destpêkê de bên avakirin. Di van fakulteyan de jî civaknasî, çand û hunera gelê Kurd bên lêkolînkirin. Her wiha gelê me ji bo ku xizmetek baş a di warê tenduristiyê de bibinê ev fakulte tên avakirin." Togrul, anî ziman ku zimanê Kurdî ji dîrokê heya niha nebûye zimanê perwerdehiyê û ji bo ku ev ziman bijî û bi pêş bikeve dê Enstîtuyek Ziman di bin banê zanîngehê de bê avakirin û pêşerojê de jî ew plan dikin ku Fakulteyên Tip, Fen û Zanistê jî avabikin.
Li gorî beşa xwe wê tevlî bibin
Togrul, derbarê cihê zanîngehê jî axivî û got ku bi Şaredariya Mezin a Amedê re hevdîtin pêk anîne û di encamê de jî Şaredariyê nêzî qada Newrozê cihekî 200 donimî ji bo wan tesîs kiriye û wiha got: "Em ê kar û xebatên xwe ne tenê di kampûsan de pêk bînin. Ji bo ku gel xwedî li vê zanîngehê derkeve û bizanibe ku ev zanîngeh ya wan e em ê di nav bajêr de jî cih vekin. Hin kampûsên me li derveyî bajêr hinek ji wan jî di nav bajêr de bên vekirin." Togrul, da zanîn ku dema li Tirkiyeyê zanîngeh tên avakirin an kesek dewlemend an jî dewlet pêşengiya vê karê dike û got ku wan bi vî awayî nekirine û hemû derdoran tevlî vê karê kirine û wiha axivî: "Ji her derdorê kes di nav Weqfa me de cih digirin. Ji ber ku gel li xwedî zanîngehê derkevê bi nûnerên gel û kesên ji aliyê gel ve tên pejirandin di nav vê karê de cih girtin. Ji hunermend, akademîsyen, zimanzanan bigirin heta bijîşkan her kes di nav lijneya me ya avakar de cih digirin. Em li gorî beşên van kesan jî agahiyên wan digirin û em ê li gorî beşên wan tevlî xebatan bikin. Bila gel bizanibe ku em ji bo derdorek vê zanîngehê ava nakin ji bo wan ava dikin."
Perwerdehiya pirzimanî!
Endamê Komîsyona Perwerdeyê Ronayî Onen jî diyar kir ku ev zanîngeh ji ber pêdiviya ku zanîngehek perwerdeya zimanê Kurdî nîn e derket holê.
Onen, anî ziman ku ev zanîngeh armanc dike ku hemû zimanên li ser vê erdnîgariyê tên bikaranîn ji xwe re bike mijara lêkolînê û wiha got: "Di destpêkê de Kurdî piştre zimanê îngilizî perwerde bê dayîn. Her wiha Kurdî xwedî zaravayan e û ji ber wê jî em ê li Kurdistanê ji ber ku zaravayên kurmancî û kirmaçkî zêde tê bikaranîn di sala amadehiyê de her du zaravayan fêrî xwendekaran bikin." Onen, da zanîn ku ew pirsgirêkên herî mezin di warê materyal û mamosteyan de dijîn û wiha got: "Tecrubeyên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî) di van waran de hene û ew hinek materyalan bikar tînin û bi salan e mamosteyên Kurdî perwerde dikin. Em ê ji van tecrubeyan sûd wergirin. Kêmasiyên materyalên heyî bên tespîtkirin û piştî kêmasî ji holê bên rakirin em ê van materyalan ji bo perwerdehiyê bi kar bînin."
'Ji zanîngehên pergalê cudatire'
Serokê Komîsyona Perwerdeyê Doç. Ahmet Yildirim jî da zanîn ku ev zanîngeh ne tenê ji aliyê zimanê perwerdehiyê ji zanîngehên din vediqete, ji aliyê pergala perwerdehiyê û mufredatê ve jî ji zanîngehên din vediqte.
Yildirim, got ku zanîngeha ku ew ê vekin bi her awayî li gorî pîvanên navneteweyî bibe û xwedî mufredatek demokratîk be û wiha got: "Niha bifikirin Zanîngeha Dicleyê bi vê rewşa xwe bi zimanê Kurdî perwerdehiya xwe dide. Tiştek naguhere ku. Ji ber ku pergala heyî ne demokratîk e. Gelên din tune dihesibîne. Di mufredatên zanîngehên dewletê de nijadperestî heye. Ev rewş ne armanca me ye." Yildirim, diyar kir ku armanca wan ne ew e ku li gorî mevzuata fermî tevbigerin, ji ber ku muvzuata fermî a niha destûr nade ku ew mevzûatek demokratîk, aştiyane ava bikin û axaftina wiha bi dawî kir: "Dîroka erdnîgarî, çand û qadên arkeolojiya Kurdan heta niha ji aliyê pergalê ve hatiye lêkolînkirin. Ji vir û pê de em ê bi awayek rast dîroka xwe, xwe lêkolîn bikin."
GOKHAN ALTAY/DÎHA/AMED