
Li navçeya Şirnexê Silopiyayê di 3’yê Gulanê de polîsên Tirk bi wesayîteke zirxî ketin malekê û zarokên bi navê Muhammet Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) qetil kirin.
Rûyê rayedarên dewleta Tirk jî mîna çerm stûr e, qet şerm nakin, heta niha daxuyaniyek li ser qetilkirina herdu zarokan nedane. Her çend Serdozgeriya Komara Tirk ya Şirnexê û Walitya dewleta Tirk gotibin “Der barê bûyerê de lêpirsîn dewam dike” jî sedema qetilkirina zarokan hêj nehatiye eşkerekirin. Her wiha polîsên piştî bûyerê hatin cihê bûyerê ji apê zarokan Suat Yildirim re gotin “Frêna wesayîtê teqiyaye.” Lê belê her çend frên teqiyabe jî ajokarê wesayîtê dikaribû li cihê mala ji bo manevrayê guncav e ber bi rêyek din de biçûya yan jî li cihekî din ê malê bixista.
Ajokarê pispor îdîayên aliyê dewletê derew dikin
Der barê mijarê de ajokarekî xwedî tecrûbeya 25 salan a ajotina hema hema her cure wesayîtî, cihê bûyerê ditiye û li ser îhtîmalan dibêje: “Wesayîta zirxî an ji cihê caddeya 52’yemîn an jî ji kolana 720’an ketiye vê kolanê. Nexwe, qasî 35 metre dûrî malê caddeya 52’yemîn, kolana 720’an û 715’an li çerxerêyê digihîjin hevdu. Ger polîsê ajokar raketîbûya û ji caddeya 52’yemîn nikaribû biketa kolana malê. Lê heke ji kolana 720’an raketibe û hatibe, nexwe heta bihata dê li cihekî bidaya. Ji ber ku rê ne ew qasî rast e.
‘Rê ne kaş û berjêr e’
Ajokar li ser îhtîmalan wiha dewam kir: “Di rê de hevraz nîn in. Kêmek rê ber bi jêr ve tê û mal jî li ser kolanê di qunçika vîrajê de hene. Cihê panzer lê daye jî ne li cihê wesayît lê diqelibin û diçin in. Aliyê panzerê lê daye, di quncika mal lê de ye. Ger frêna wesayîtê ji dewrê derketibûya be jî ajokar dema nêzî avahiya malbata Yildirim dibû ji ber firehbûna kolanê dikarî di vîrajê de qelibiya. Ji ber ku cihê manevrayê heye. An jî îhtimala herî dawî dema diqelibe xwe berhev nekiriba jî dê li odeya kêlaka cihê zarok lê bidaya.
‘Leza wesaîtê pirsgirêk e’
Ajokar ji bo meseleya dîreksiyênê jî van agahiyan dide: “Heman tişt ji bo dîreksiyonê jî lê ye. Ew ji dewrê derketiba jî dikaribû bi frenê di 35 metreyan de bi rehetî bisekiniya. Nexwe, di vir de heke leza wê gelek be û nêzîkê malê ev tişt pêk hatibe. Hingê jî lezginiya wesayîtê pirsgirêk e. Li vir dema mirov li destpêka kolanê dinêre û heya avahiya malbata Yildirim diçe, ev encam derdikevin holê: Dema nêzî xanî bûye bi tiştek din (wekî telefon, bêtel...) mijûl bûye. Yan jî herî dawî jî dibe ku ev bûyer bi zanebûn pêk hatibe. Yanî îhtîmala arizeya wesayîtê nebûye sedema bûyerê.”
ŞIRNEX