Berpirsê Ragehandina Navenda Laliş li Elmanya Hejar Dawid ji ajansa nûçeyan BasNewsê re behsa kursa zimên kiriye. Wî gotiye: ‘‘Me wek bernameyên navendê yên salane, îsal jî kurseke fêrbûna ziman, kultura kurdî û babetên dînî ji zarokên kurd ên Êzdî re li navenda bajarê Bielefeldê vekir."

Hejar Dawid wiha axifî: ‘‘Kitêbên me ji Kurdistanê tên û bi tîpên latînî ne, zaravê Kurmancî ye û ew kitêb di sala 1996´ê de bi fermî ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma  Kurdistanê ve taybet ji bo xwendekarên Êzdî hatine çapkirin."
Di kursa 4’ê de ku 60 zarok beşdar bûn bi hejmara serketî bawernameyên xwe wergirtin. Birêveberên navendê dan zanîn ku di dema pêş de jî ew ê dest bi kursên din bikin ku biryar e li hinek bajarên din ên Elmanya bên vekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN