Şahiya xelatkirinê bi beşdarbûna Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Hevserokên Şaredariya Gel a Qamişlo Ranya Mihemed û Meaz Ebdulkerîm, her wiha bi dehan welatî jî di navê de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo şahî hate lidarxistin.
Stran û govend ji aliyê koma Şehîd Rîhan, koma Şehîd Nûpelda û Koma Şehîd Kesra hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya şahiyê de xelatên sembolîk ên ji bawernameyan pêk dihatin, her wiha pêdiviyên dibistanan ku ji aliyê Şaredariya Gel a Qamişlo ve hatibûn pêşkêşkirin, diyarî zarokan hatin kirin.
QAMIŞLO