
Li Girkê Legê, zarokên Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner, di 3'yemîn mihrîcana zarokan de hatin xelatkirin.

Li Girkê Legê ya ser bi Dêrikê, li Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner zarokên komên çand û huner ji bo serketin û beşdarbûna wan di 3'yemîn mihrîcana zarokan de bi şahiyekê xelat wergirtin. Di merasîma xelatdayina zarokan de zarokan bi muzîk û şano govenda şahiyê geş kir. Koma "Berfa çiya" stranên xwe yên şoreşgeriyê pêşkêş kirin. Her wiha koma" Diljîn Nêrgiz" ya jinên xweser jî govenda xwe gerand. Koma "Mizgin Delîla" jî bi erbaneyan, stranên gelêrî gotin. Koma şano ya "yekta" şanoya xwe ya bi navê 'demên vala' lîst. Dawiyê jî xelat li tevahiya endamên koman hatin belavkirin. Şahî bi gerandia govendê bi dawî bû.
JINNEWS / GIRKÊ LEGÊ