
Berpirsyarê Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê Mehmet Karakiş diyar kir ku ev du meh in perwerdeyê dide zarokan û her ku diçe gelek berhem derdikevin holê û wiha got: "Zarokên Kobanê bi rastî zehf afrînerin. Tişta pir zû fêr dibin. Armanca me ya sereke bandora şer ji ser wan rakine. Lê dema tiştên di hişê xwe de derbasî kaxizê kirin, me di kaxizan de jî dît ku hê jî di bin bandora êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û lehengiya şervanên YPG-YPJ'ê de mane. Di wêneyên wan de azadiya Kobanê herî zêde hatiye xêzkirin. Piştre wêneyên şerwanên YPJ-YPG'ê tên dîtin. Her wiha çeteyên DAIŞ'ê jî hatine xêzkirin, lê çete biqirêjî û şerjêkirinê hatine xêzkirin. Divê mirov psîkolojiya zaroka baş zanibe. Zarok wek gulekî ne û mirov wek çavên xwe li wan binêre."
Hezkirina xwe resimdikin
Mamosteyê ji Kobanê Anter Elî jî anî ziman ku bandora şer ji ser zarokan rake aktîvîteyên curbi cur li dar dixin û wiha axivî: "Bêguman ên ji ber ev şerê hovane bandor lê kiriye herî zêde zarok in. Em jî ji bo vê bandora şer ji ser zarokan rakin, heta ji destên me tê didin jibîrkirin. Armanca me ya vê pêşangehê jî di bin hişê zarokande çi heye derxe holê. Hezkirina welat li ser kaxizan dinivîsînin. Divê xebatê me dît ku ev şer bandor li ser zarokên Kobanê hemûyan kiriye. Gelek tiştên cuda derket holê. Zarokên me ev 4 meh in dûrî welatê xwe ne. Ji ber vê yekê pir xemgîn in. Divê her kes xwedî li zarokên Kobanê derkevin. Niha pêdiviyên me bi pênûs, lênûsk, boyax, pêlîstok, cilên zivistanê hene û ev pêdiwiyên me yên sereke ne."
'Min bêriya Kobanê kiriye'
Zaroka bi navê Dîla Mihemed anî ziman ku van wêneyên çêkiriye bi xeyalê xwe û hêstiyariyê xwe çêkiriye û dixwazi niha biçe welatê xwe. Mihemed destnîşan kir ku êdî xeyalê xwe li Kobanê pêk bîne û wiha got: "Ji ber ku min bêriya welatê xwe kiriye, hezkirina welatê xwe li kazixan nivîsandiye. Min pir bêriya axa welatê xwe kiriye, lewma min wêneyê xwe li ser axa Kobanê çêkiriye. Ez bawerim demek nêz de em ê biçin Kobanê û êdî li welatê xwe bimînim."
DIHA/RIHA