Di şer, pevçûn û aloziya li Suriyeyê de jî herî zêde zarok dibin mexdûr. Rêxistina ‘Zarokên Sûriyeyê biparêzin’ bi raporekê bal kişand ser rewşa xirab a zarokên li Suriyeyê. Rêxistinê derbarê zarokên Sûriyeyê de raporeke nû weşand û destnîşan kir  ku zarokên li vî welatî rastî girtin, revandin û işkenceyê tên. Rêxistinê rapora xwe li gorî guhdarîkirina zarokên di kampên penaberiyê de amade kiriye. Di raporê de çîkoka zarokên ku li pêş çavên wan malbata wan hatiye îşkencekirin û kuştin jî cih digire. Di raporê de her wiha hin zarokan jî işkenceya ku li wan hatiye kirin jî rave dikin.
Di raporê de çîroka zarokekî 15 salî ê ku şopên şewtandinê li ser laşê wî mabûn jî cîh digire. Ew zarokê 15 salî behsa girtina xwe dike û tîne ziman ku hêzên dewletê ew di dibistanekê ku veguhestine girtîgehê 10 rojan hiştine, li wir wî birçî hiştine û lê îşkence kirine. Zarokê 15 salî şopên vemirandina çixareyê di laş xwe de nîşanî endamên rêxistinê daye. Her wiha gelek zarokên din ên ku temenê wan kêmî 10 salî ne behsa çîrokên ku bi çavê xwe dîtine kirine.

Banga xwedîderketinê
Endamên rêxistina ‘Zarokên Sûriyeyê Biparêzin’ diyar dikin ku divê xwedî li van zarokên rastî pêkanînên dijwar hatine were derketin. Endamên rêxistinê destnîşan dikin ku ev pêkanîn bandorê li ser rewşa psîkolojîk ya zarokan dike û pêdiviya zarokan bi alîkariyê heye. Her weha tê xwestin ku ji kesên îşkence kirine jî hesab were pirsîn, rojekê derkevin pêşberî dadgehên adil û werin cezakirin. 

ŞAM