5‘emîn Mihrîcana Zarokan doh di roja xwe ya sisiyan de bi dawî bû. Çalakiyên pêr li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê dewam kir. Dirûşma mihrîcana îsal “Zarok simbilên jiyanê ne” bû. Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê mihrîcan bi rê xistin kir. Bi sedan zarok ji navçeyên Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Dêrika Hemko beşdarî mihrîcanê bûn.

Koma Kevana Zêrîn a bajarê Qamişlo, Koma Şehîd Dilgeş û Şehîd Avesta ji navçeya Tirbespiyê û koma Dengbêjî ya Dêrikê stranên folklorî pêşkêş kirin.

Her wiha koma Zarokên Cezayê ya ji bajarokê Cezayê şanoyeke li ser rewşa perwerdeyê û govendên folklorî pêşkêş kirin. Koma Şehîd Warşîn a Tirbespiyê jî hunerê xwe yê govendê nîşan da.

 

ANH/QAMIŞLO