Zarok TV êdî li ser Eutelsat û Nilesatê jî bi zaravayê Soranî dest bi weşanê kir. Zarok TV ji 19’ê Mijdarê ve li ser Nilesatê jî dest bi weşanê kir û filmên kartoon, bername, stran û karên taybet ên ji bo zarokan bi Soranî jî diweşîne.

Zarok TV ku navenda wê li Londonê ye, ji 21’ê Adara 2015’an ve weşanê dike. Weşana Zarok TV’yê bi zaravayên Kurdî yê Kurmancî, Kirmanckî û Soranî ye.  Zarok TV piştî demeke dirêj a weşana testê, 19’ê Mijdara 2018’an li ser Nilesat û Eutelsatê jî dest bi weşanê kir. Weşana li ser Nilesatê wê bi zaravayê Soranî were kirin.

Daxuyaniya Desteya Weşanê ya Zarok TV wiha ye;

“Zarok TV ku kanaleke Kurdî ya zarokan e, di 19ê meha Mijadarê de dest bi weşanê dike. Ev weşan ku navenda wê li Londonê ye wê bi şêwezara Soranî bête kirin.

ZAROK TV wê bike ku nêrîn û bergeheke nû peyde bibe di warê kanalên zarokan de û ji aliye tecrûbeye temaşekirina TV´yê ve wê pêdiviyeke mezin bi cî bîne. Malbat wê wan bername û berhemên dewlemend di ZAROK TV´yê de temaşe bikin ku ciyê baweriyê ne û sûdbexş in di perwerdeya zarokan de. Zarok wê dinyayê nas bikin û jê pê ve, her tişta ku meraq dikin û tiştên bi alav û amûrên li malê çêdikin, wê bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.

Em ê bibin pêşengek girîng

Televîzyona me, wan zincîreyên kartoonfilman yên wekî Şînokan, Sifinc Bob û Nanber û gelekên din ku tevahiya zarokên dinyayê bi dil û can li wan temaşe dikin, bi derfeta şêwezarên Kurmancî û Soranî pêşkeşî zarokên Kurdan dike.

Televîzyona me bi bername û filmên xwe yên kêfbexş hewl dide zarok bi nêrîneke pirsiyarî her pirsan bikin. Bi vî awayî di nav kanalên Kurdî yên zarokan de wê bibe kanala pêşîn.

Armanca me ya sereke ew e ku em dinyayeke têr zanîn ji wan re biafirînin û bikin ku ew ji dîrokê heta felsefeyê di gelek waran de bi pêş bikevin û hez jê bikin. Em di wê baweriyê de ne wê televîzyona me bibe pêşengeke girîng ji bo zarok dinyayê nas bikin û fêr bibin. Em baş dizanin ku herkes wê bernameyeke li gorî xwe bibîne di ZAROK TV´yê de. Armanca me ew e ku em bi zimanê wan ê dayikê, bi riya medyayê alîkariya herî perwerdekar ji malbatan re bikin ku ciyê baweriyê ye û wê wan bi pêş bixe.

Hûn dikarin bi van eyaran li televîzyona me temaşe bikin:

EUTELSAT 7WA, Tp.A1, Freq. 10727 Horizontal, SR:27.500, FEC: 5/6 Sembol: 27500”

 

NAVENDANÛÇEYAN