Zarok ne tenê bi şîrînî, gedetî, zîndetî, jîrî û çelengtiyên xwe kulîlkên dilê dêûbav, gel û neteweyan e. Ew berê her tiştî siberoja gel û netewê ne jî. Ew ne yên şer û yên kuştinê, ew yê perwerde, fêrbûn û siberojê ne. Neteweyên zarokên xwe baş perwerde bikin, ji bo jiyana ayendeya xwe bê kêmasî amade bikin, ew netew dijîn û mezin dibin; neteweyên ku ne xwediyê vê derfetê ne jî, wenda dikin. Ji ber vê rastiyê tu gel bi qasê Kurdan vê birinê nanasin. Ango mafê gelê Kurd jî heye ku ciwanên xwe li gor rastiya xwe perwerde bikin.

Mêtînger û dagirker vê rastiya zarokan, çelengî û gernasiya ciwanan baş dizanin, lema ji bo helandin, bişaftin, li gor bîrdoza xwe mejiya ciwanan programkirin, bi wê awayî wê enerjiya wan xistina xizmeta xwe, hezar cûre kemîn, dek û dolaban li pêşiya zarok û ciwanan datînin, daku bikanin ciwanan di bin kontrola xwe de bigirin. Em bi kurtî hin kemînên dagirkriya Tirk bînîn bîra xwe:
Kemîna yekem bi kujerî û tehdîtên kuştinê di giyana zarok û ciwanan de tirsa dilbizdînê afirandin û vîna wan şikandinbû. Armancek kujeriyên di navbera salên 1919-1940 de jî ev bû. Ji ber vê egerê jî gelek dayîkên Kurd zarokên xwe bi hatina cendirmeyên tirk ditirsandin, di nava lîstikên zarokan de jî cendirme tim amraza tirs û kuştin bû.
Kemîna herî xeternak jî saziyên serîşûştinê, ango saziyên perwerdê ne. Di têkbirina gelekî de çeka herî bi bandor polîtîka sîstema perwerdê ye. Dewleta tirk ji bo vê li her derê Kurdistanê dibistanên lêman (yatili / leylî) avakir û di wan dibistanan de xebitîn ku serê zarokên Kurdan bişon û wan ji rastiya wan dûr bixin. Dibistanên di bin navên “Sevgî evî” de hê ji dibistanên lêman xirabtir, û talûketir in, ku di dema vê serkariya AKPê de hate xurtkirin, bi dehan zarokên Kurd şandin Suriyê û li dij Kurdan dan şerkirin û kuştin.
Gava ciwanên xwende û rewşenbîr şiyarbûn û ketin ser riya raperîn û azadiyê, vê carê jî zîndanên zerandina giyanê, cihê êşkenceyên mirov hêranê derxistin pêş, daku bikanin ciwanan bi vê tirsê bidin rawestandin. Mînak: Ew cinawiriya li Zîndana Amedê ku tu car ji mêjiyan dernayê.
Serkariya AKP ê bi hemû hêza dewletê ve bi awayekî gelek vekirî û aşîkar berê xwe dan zarok û ciwanên Kurdan, bi hezaran kirin zîndanan û di şikenceyan re derbazkirin. Xwerû jî li pey wê gotinina Erdogan: „Zarokjî bin, jin jî bin, çi ji hêzên me yên ewlekariyê tê xwestin, dê ewê wê bikin!“ Li ser vê fermanê leşker û polêsan êdî bi aşîkarî êriş birin ser zarokên Kurdan, bi zanistî û ji bo çavtirsandinê li ber ekranan milê zarokan û serê zarokan şikandin. Bi bonbeyên gazê bi dehan zarokên Kurdan qetilkirin.
Axîna zarokên me yên li Geliyê Zîlanê, li Dêrsimê hê jî ji wan newal û gelîyan tê. Ew hêvî û rastiya nêrînên çavên Ceylan Onkol ya li asûmanê welatê me ragihand hemû cihanê, ew zarokên me yên di girtîgehên wan de rastê destdirêjiyan hatin, zarokên çiliniyên li balkonên malên xwe bi gazên polîsên wan ji me hatin qetandin, ew 35 ciwanên li Robozkiyê bi hovane hatin parçekirin, ew kenên Berkîn Elvan ê di bîran de şopeke mayînde li pey xwe hîştî, dayîka Saada Derwêş a li ber çavên zarokên xwe di sînor de hate qetilkirin, kengê hate ji bîrkirin? Ma ne gişt bi fermana serokwezîrê wan hatin kuştin?
Yên ku fermana kuştina zarokên Kurdan dan û didin, bi çi rûyî dikanin behsa parastina zarokên Kurdan bikin? Çapemeniya wan ya niha van gotinên Erdogan wek bangaşiyeke şerê qirêj di ekran û rûpelên rojnameyan de direqisînin, wê çaxê li ku bûn? Wê çend kes baweriya xwe bi van hêstirên wan ên tîmsahî bînin?
Kolonyalîst û serkarên erka dewletê di destê xwe de digirin, xwedanê her awa derfetan in, durû, sextekar û binve nin. Zimanê bangaşiyê, xapandinê gelek baş bi kar tînin. Li gel wê gelek mirovên hê jî rastiya xwe tênegîhîştî, yan jî hestên dê û bavan bi awayê hostayî dikin xizmeta polîtîkayên xwe yên qirêj. Di vî warî de yê herî demegog, durû û kone Serokwezîrê Tirkiyê ye. Derdê wî tiştek din e, ne ev çend malbat in. Baş tê zanîn ku vê dema dawiyê gelek ciwan tevê refên gerilayan bûn, ev jî wan ditirsîne. Ew dixebite ku bi demegojî û dek û dolabên wiha pêşî li vê tevlêbûnê bigire, Tevgera Azadî reş bike û vê bangaşiyê jî têke xizmeta hilbijartinên serokkomariyê. Rastiya wî ev e. Demekê hevjîna wî jî ji dayîkên Kurd xwestibû ku ew zarokên xwe red bikin û ji ewladiya xwe bavêjin. Ango rondikên wan tenê rondikên tîmsahî û rantê ne.