Zarokên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xwe amade dikin ji bo mihrîcana ku Navenda Çand û Huner a Mexmûrê li dar dixe.

Navenda Çand û Huner a Mexmûr (NÇHM) Îlona 2018’ê li wargehê 1’emîn mehrîcana zarokan li dar dixe. Zarokên wargehê ji bo tevlî mihrîcanê bibin, ev demeke amadekariyan dikin.

Der barê xebatên amaderiyên ji bo mihrîcanê de mamosta govendê Sîdar Yeman  got, piştî navbereke ji ber germê, wan careke din xebatên amadekariyê dane destpêkirin.

Yeman got, amadekariyên wan ji bo mihrîcanê ji beşên şano, govend, helbest û mûzikê pêk tên. Yeman got; “Zarokên wargehê bi kela canê xwe ya rabûyî û heskirineke pirr ji dil beşdarî amadekariyên mihrîcanê dibin. Mihrîcan wê di 10-11 û 12’ê Îlona îsal de were lidarxistin. Beşa govendê ji 9 kesan pêk tê. Em saet 17:00’an dest bi provayên xwe dikin heta saet 18:00’an.”

Yeman got, ev yekemîn mihrîcana ji bo zarokan tê lidarxistine û mihrîcan bi navê zarokên wargehê ye. 

  ROJNEWS/MEXMÛR