Seta pirtûkên zarokan a ku aliyê nivîskar Adar Jiyan ve ji bo zarokan bi zimanê kurdî hatiye amadekirin û ji aliyê weşenxaneya Sîtavê ve hatine çapkirin îsal jî di demsala havînê de cihê xwe ser dezgehan girt. Zarok eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkên Kurdî didin. Pirtûkên zarokan piştî xebat û hewleke mezi hatine amadekirin. Pirtûkên ku zêde rastî eleqeyê zarokan tên jî evin, Banga Kewroşka Ciwan, Hechecik û Beytik û Sabuna Kesk. Pirtûk benda xwendevanên xwe yên biçûk in.
Her pirtûkek bi mijarek cûda hatiye nivîsandin û mijarên wê bi wêneyan jî hatiye xemlandin . Bi xwendina van pirtûkan afirinerî û zanistiya zarokan pêş ve diçe û ji bo fikr û ramanên zarokan jî dibe alîkar. Pirtûkên ku ji aliyê nivîskar Adar Jiyan ve hatine amadekirin û çapkirin ne tenê bala zarokan, her wiha bala mezinan jî dikşînin.
NAVENDA NÛÇEYAN