Ji aliyê KURDÎ-DER’a Colemêrgê ve ji bo zarokên ku temenê wan cuda ne perwerdehî tê dayîn û herî dawî jî ji bo zarokên diçin dibistana seretayî perwerdeya ziman tê dayîn. Ev mehek e perwerdeya Kurdî tê dayîn û ji bo zarokan poleke cuda hatiye vekirin. Zarok li vir peyvên Kurdî û alfabeya Kurdî hîn dibin û ji aliyê din ve jî xaçepirsên Kurdî hîn dibin û xebatên hunerî dimeşînin. Zarokan ji bo dersên Kurdî kêfxweşiya xwe anîn ziman.  Zarokê bi navê Adar Tekîn ji bo perwerdeya Kurdi wiha got: “Bi salan e dixwazin tirkî hînî me bikin. Lê em Kurd in. Ji ber vê yekê li şûna ku tirkî hîn bibin, ji bo Kurdî hîn bibim têm li vir. Armanca min ew e ku zimanê xwe hîn bibim.”

 
Stranên Kurdî hîn dibin 

Zarokê bi navê Laleş Bor jî bi lêv kir ku ji bo zimanê xwe hîn bibin tên li vir, heta niha tîpên Kurdî, navê rojan û mehan hîn bûye. Mert Gunduz jî der barê perwerdeya Kurdî de diyar kir ku ji bo di jiyana rojane de bi rihetî Kurdî biaxivin, tên wir û wiha got: “Heta niha em hemû tîpên Kurdî hîn bûn. Heta em hînî navê meh û hefteyan jî bûn. Her wiha li vir em stranên Kurdî jî hîn dibin.”
 
Qirkirina çandî 

Mamosteyê KURDÎ-DER’ê Eyup Bor der barê perwerdeyên ku tên dayîn de agahî da û aşkera kir ku di pola zarokan de 20 xwendekarên wan hene. Bor da zanîn ku bi taybet jî ji bo di jiyana rojane de Kurdî bê axaftin, ew bi malbatên zarokan re hevdîtin pêk tînin û zarokan digirin perwerdeyê û wiha pêde çû: “Li hember lîstikên pişaftinê riya parastinê ya yekane, hînkirina zimanê zikmakî ye û ev jî di jiyana rojane de bi axaftinê pêkan e. Heta niha me tîpên Kurdî, peyvên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn hînî zarokan kir. Her wiha ji bo pêşketina hunerê çi ji destê me tê, em pêk tînin. Ji ber perwerdeya ku tê dayîn em pir kêfxweş in. Bi salan e bi awayekî sîstematîk, zarok ji ziman tên dûrxistin û zimanê me tune dikin. Di vê mijarê de hinekî bi ser ketin. Wekî KURDÎ-DER’ê, li hember pişaftinê em girîngiyê didin perwerdeyên ziman.”


 Xwedî li zimanê xwe derkevin 
Hevseroka KURDÎ-DER’AColemêrgê Sultan Gunduz der barê xebatan de agahî da û wiha got: “Ev nêzî 3 salan e şaxa me xebatên ziman dimeşîne. Ji bilî xebatên li ser ziman, ji bo li dibistanan perwerdeya Kurdî bê dayîn û statuya Kurdî ya fermî bê nasîn me kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin. Di koma ciwanan de perwerde qediya, azmûn çêbû û me sertîfîka da 20 xwendekaran.”
Gunduz xwest hemû kes li zimanê xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin boykota dibistanan û kampanyaya ji bo zimanê Kurdî.
Li KURDÎ-DER’ê ji bo zarokan hefteyê 2 rojan perwerdehî tê dayîn û piştî perwerdeyê zarok li Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran perwerdeya muzîkê dibînin. Zarok di perwerdeya muzîkê de gelekî pêş ketine û bi hev re stranên Kurdî distrên. Zarok herî zêde ji strana hunermend Aram Tîgran a bi navê ‘Bi xeml û rewş e, şîrîn û xweş e, şîrîn û xweş e zimanê Kurdî’ hez dikin.
 


HAMZA GUNDUZ/DÎHA/COLEMÊRG