Zarokên gundên Reqa yên ji aliyê QSDʹê ve hatine rizgarkirin yekem cejna Remezanê bê çeteyên DAIŞʹê pîroz kirin.

Doh yekem cejn bê DAIŞʹê li gundên Reqayê yên rizgarkirî hat pîrozkirin.

Zarokên gundên rizgarkirî di roja yekem a cejnê de berê xwe dan noqteyên hêzên QSDʹê û cejna şervanan pîroz kir. Şervanan jî cejna zarokan pîroz kir û şîranî li wan belav kir.

Ji gundên rizgarkirî yên zarokê wê bi şervanan re cejna Remezanê pîroz kirin gundê Hawî El-Hewa ye. Ev gundê ku tenê 2 kîlometreyan rojavayê bajarê Reqayê ye, şervanan gund di 3ʹyê Hezêranê de ji çeteyan rizgar kirin.

EKREM BEREKAT/ANHA / REQA