Hemleya ku Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk û Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê, bi slogana ‘Em ê bi çand û zimanê Kurdî mezin bibin’ dabû destpêkirin, didome. Di çarçoveya hemleyê de li dibistana Şehîd Seyîdo ya li Kantona Kobanê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de şagirt û malbatên wan, endamên Yekîtiya Mamosteyan amade bûn.

Di Şahiyê de koma Şehîd Perwîn ya dîlanê, dîlanên xwe yên fiolklorî pêşkêş kirin û koma Baqî Xido ya çand û hunerê jî stranên xwe gotin. Beşdarên şahiyê li ber dengê stranan govend gerandin.

Hêjayî gotinê ye ku ev hemle dê bidome û her roja pêncşemê dê şahî li dibistanan bên organîzekirin.  


 KOBANÊ