'Em ji bo debarê dixebitin'
Ocaxên komirê ji bo welatî û karkerên ku ji neçarî dixebitin û ewlehiya wan tune, rê li pêşiya mirinên nû vedikin.
Herî dawî li nêzî Giron a girêdayî Şirnexê 5 roj berê di ocaxa komirê ya aîdî Yusuf Cengîzoglu de hezaz çêbû 3 karkerên bi navê Huseyin Dekçî, Suleyman Gökalp û Mahmut Îçkale jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku li vê Ocaxa Komirê 2 karok dixebitin. Zarokê 15 salî Firat Erener, zarokê 14 salî Murat Başçî, ji neçarî û ji bo debara malbata xwe bikin karê giran ê Ocaxa Komirê dikin. Firat Erener diyar kir ku ew ji neçarî di van ocaxan de dixebite û ji bo debara xwe bike karê giran û talukeyê dide ber çavan. Erener, da zanîn ku wî heta pola 8'an dibistan xwend û dest ji dibistanê berda û wiha got: "Ji bo debarê ez vî karê zahmet û talûke didim ber çavan. Kesên diçin dibistanê, êdî li şûna fêrî zanîn, çand û ilm bibin, li wir fêrî tiryak, fihûş û karên din dibin. Ez mehê 500 tl heqê xwe li vir distînim. Ez her roj saet di 6.00'an de dest bi kar dikim û karê giran dikin.
Zaroke bi navê Murat Başçi jî anî ziman ku ew ji bo sîgorta bavê xwe çêke dixebite û wiha got: "Ez jî her sibe saet di 06.00'an de dest bi kar dike û mehê 300 TL pere distîne. Başçi, da zanîn ku karekê zahmet e, lê neçar e bike.
DÎHA/ ŞIRNEX