Dîwana Muzîkê ya Ma Musicê di roja sisêyan de pêr êvarê bi dawî bû. Di roja sisêyan de şagirtên sentûr, sêtêl û piyanoyê derketin ser dikê û performansên xwe nîşan dan.
Akademiya Muzîkê “Ma Music”, piştî merasîma mezûniyetê ji bo şagirtên zarok Dîwana Muzîkê li dar xist. Dîwan li Navenda Çand û Kongreyê ya Şeradariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Malbatên zarokan û hunerhez beşdarî dîwanê bûn. Di roja sisêyan a Dîwana Muzîkê de şagirtên zarok ên sentûr, sêtêl û piyanoyê perfermansên xwe nîşan dan û dîwan bi elaqeyeke mezin bi dawî bû.
Pêşî zarokên sentûrjen derketin ser dikê, paşê zarokên sêtêljen û piyanojen derketin ser dikê û performansên xwe nîşan dan. Beşdaran gelekî performans ecibandin û ji wan re li çepikan da.
Di dawiya dîwanê de Amîne Yilmaz kulîlk dan mamosteyan û diyar kir ku di 40 saliya xwe de bi saya Ma Musicê hînî sentûrê bûye malavahiya Ma Musicê kir.
Pişt re dayika şagirt Aram Ozen, Şengul Ozen li ser navê malbatên zarokan, kulîlk dan mamosteyan û ji bo bernameyê kêfxweşiya xwe anî ziman û malavayiya Ma Musicê kir.
MA / AMED