Di çarçoveya Festîvala Zarokan a Amedê de, ji kelûpelên bermahiyan, zarok fêrî çêkirina pêlîstokan dibin. Festîvala Zarokan a 1’emîn a Amedê ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê li darxistin, di roja duyemîn de doh dewam kir. Di roja duyemîn de ji kelûpelên bermahiyan fêrî zaroka hat kirin ka çawa dikarin pêlîstokan çêkin. Di atolyeyên din de zarokan li gel mamosteyên xwe lîstin. Di navberdayîna atolyeyê de xwarin û vexwarin îkramî zarokan hat kirin û hemû zarokan bi hev re stran gotin. Zarok elaqeyeke mezin nîşanî festîvalê didin. Di vê çarçoveyê de heta 4’ê Hezîranê, di warê atolyeyên drama, bûkikên şanoyê, û huner de perwerdehiyên cuda wê bên dayîn û ji bo pêşketina zarokan dê piştevanî bê kirin. Ji ber vê yekê armanca organîzatoran ew e ku bîreweriya zarokan a ferdbûnê derbixin holê. MA/AMED