Apê Mehmet Enter diyar kir ku dema xwarin dibirin ji şivanan re rastî topbaranê hatin û di encama topbaranê de biraziyê wî jiyana xwe ji dest da. Apê Mehmet Anter, diyar kir ku piştî şivanan xwarina xwe xwarin, hêzên Îranê li ser wan top baran din û di barandina topan de gule li serê biraziyê wî ket û serê pî perçe kiribû. Apê Mehmet Enter, anî ziman ku heta niha di êrîşên Îranê de 3 zarok li Zozanê Qandilê yê nêzî Hacî Umranê jiyana xwe ji dest didin û hawara xwe bi van gotinan anî ziman: „Divê êdî rayedarên dewletan dawî li van kuştinan bînin. Divê hêzên navneteweyî jî li hemberî vê qetilkirinê êdî bêdeng nemînin. Êdî bes e. Hemû pezê me hate kuştin. em ji war û zozanê xwe qut bûn em talan bûn û wêran bûn. Êdî bila her kes hawara me bibhîze.“
DÎHA/HEWLÊR