Qeyûmê AKP’ê Musa Işin ê tayînkirî Şaredariya Agiriyê, wek karê destpêkê Navenda Çandê ya Sema Yuceyê girt. Şagirtên navendê hatin gel hev û mala pirtûkan a ‘Ararat’ vekir. Piştî girtina navendê qederê 450 şagirt bê sazî mabûn. 8 şagirtên temenên wan di navbera 8 û 10 salî de ji bo ku perwerdehiya xwe bidomînin ji xwe re saziyeke nû ava kir. Zarokan qadeke 6 metrekare ya jêrzemîna avahiyekê paqij kir û veguherand cihê jiyînê. Bêyî ku kesek alîkariya wan bike, zarokan bi derfetên xwe ev cih vekir. Li mala pirtûkan, li gel xwendina pirtûkan dersên erbane, Ingilîzî û dersên kişikê jî tên dayîn. Zarokên ku ji bo danasîna mala pirtûkan belavok amade kirin, kuçe bi kuçe dadileqînin û anîn ziman ku pirtûkên wan ên heyî têra wan nakin û li benda alîkariyê ne.

‘Wekî mala me bû’

Zarokê 13 salî Turan Taşçi diyar kir ku wan ji bo mala pirtûkan alîkarî ji mezinên xwe nexwestiye û got: “Em li vir pirtûkan dixwînin, kişikê dilîzin, li erbaneyê didin. Berê me ev tişt li Navenda Çandê ya Semayê dikir. Navend wekî mala me bû, em qet ji wir nediçûn. Dema em ji dibistanê derdiketin em tim dihatin wêderê. Li wir odeyek dabûn me. Qadeke gelekî mezin bû, me pirtûkên xwe danîbûn wir. 500-600 pirtûkên me hebûn. Lê girtin û dest danîn ser pirtûkên me.” Taşçi got, ew 2 hefteyan carekê di navbera xwe de ezmûnekê çêdikin û wiha pê de çû: “Dîsa ji bo gerê em bernameyan amade dikin. Diçin sînemayê. Niha bi giştî em 8 xwendekar in, lê di rojên pêş de hejmara me wê zêde bibe.” Taşçi anî ziman ku wan di navbera xwe de karbeşî kiriye û wiha pê de çû: “Hevala Zeyneb dersa xwendinê û kişikê dide. Ez rêveberê mala pirtûkan im. Bêyî min kes dernayê û nakeve malê. Dema derdikevim pirtûkan kontrol dikim. Ez paqijiyê dikim.”

Li hêviya alîkariyê ne

Zeynep Yilmaz jî 11 salî ye û dersa kişikê dide hevalên xwe. Zeynebê pirsa “Ma ileh divê ew der be?” kir û aşkera kir ku ew dikarin li her derê xwe bi pêş bixin û got: “Navê Araratê pêşniyaza min bû. Ji bo em çanda vir zindî biparêzin me biryara navê Ararat da. Paşê me belavokên ku bi derfetên xwe amade kirin, li kuçeyan belav kirin.” Zeynebê da zanîn ku kesên bixwazin dikarin pirtûkan ji wan re bişînin. Ebrar Eylul Demîr a 10 salî piştrast kir ku li Navenda Çandê ya Semayê klûba wan a xwendinê hebûye, piştî navend hat girtin wan jî ev der vekir. 


 DÎHABER/AGIRÎ