Li bajarê Elmanyayê Bensheimê bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî û Roja Navneteweyî ya Dayikan li Komeleya Kurdan a ser bi NAV-DEM´ê “Şahiya Zarokan” hat li dar xistin. Di şahiyê de zarok bi dilê xwe lîstin, stran gotin û ji bo lîstik û hunerê xwe hatin xelatkirin.

Di şahiyê de qederê 30 zarokî amade bûn û bi giştî jî qederê sed kesî li şahiyê amade bûn. Di destpêkê de komên lîstikan hatin diyarkirin û lîstikên mîna gokê (pê formên çarçik ên li ser hev tên xistin), bi kevçiyan veguhezandina hêkan, bi kîsan bez hatin lîstin. 

Zarokan wekî din bi strangotinê jî da ber hev, paşê jî ji bo zarokan kurteşanoyek hat pêşkêşkirin. Ji rêveberiya komeleyê Mûsa Zerey wekî din da zanîn ku wan lîstikeke Wîkîngan jî di bernameyê de bi cih kiriye ya bi navê gundî û qral ku tê de du komên gundiyan ên ji pênc kesan tên beramberî hev û qralek di navbera wan de dimîne. Zeryen got ew ji beşdariyê razî ne û kêfa zarokan jî ji şahiyê re hatiye.  Her wiha Zerey ragihand ku di pêşbirka muzîkê de Ali Kaya yê 11 salî bûye yekemîn û resimê ku Ecrîn Zerey xêz kiriye hêjayî dereceya yekemîntiyê hatiye dîtin.


 BENSHEIM