Wênekêş Andy Seliverstov ê 58 salî ji bo ku balê bikişîne ser zarokên biçûk û kûçikên mezin, pêşengeha bi wêneyan a bi navê ‘Zarokên piçûk û kûçikên mezin’ vekir. 

Ev wêneyên ku Seliverstov nîşandan, ji pirtûka xwe ya bi navê ‘Zarokên biçûk û kûçikên mezin’ wergirtine. Seliverstov berî ku pirtûkê amade bike, li St. Petersburgê bi qasî 4 mehan bi sedan wêneyan dikişîne û sedema nîşandana kûçikan a wek modelekê jî wiha tîne ziman: “Her kûçikek karakter û kesayeta wan cuda ye. Tişta ku dihêle em xwe nêzî wan bikin, ji derveyî hin taybetiyên wan, me wek mirov hin taybetmendiyên mirovî di wan ke kifş kirine. Tişta ez dixwazim di wêneyan de derxim pêş jî ev e.” 


 FRANKFURT