Êrîşên dewleta Tirk li Biradost a Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Tenê ne mirov hemû zindiyên herêmê ji van êrîşan zerarê dibînin. Zarokên gundê Xelîfan jî bermayiyên şer ên dewleta Tirk ji xwe re kirine lîstik û pê dilîzin. Lîstina bi fîşek û bermayiyên alavên şer ji bo jiyana zarokan metirsiyeke mezin e jî. Jixwe heta niha di encama êrîşan dewleta Tirk de bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bûbûn. Ew wêne jî dîmenek ji zarokên gundê Xelîfan e.
ROJNEWS/BIRADOST