CAFER CAFO / XANDÎ ELO / ANHA / ŞEHBA
10 zarokên Efrînî ku li Şehbayê dimînin, komeke muzîkê ava kiriye û li ser Berxwedana Serdemê û Bêbextiay Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stranan dibêjin.
Bi piştgiriya Desteya Çand û Huner a Kantona Efrînê ev zaroka karê xwe dikin û wan navê “Ciwanên Kampa Berxwedan” li xwe kiriye.
Endamên vê komê stranan li ser azarên şêniyên Efrînê yên bi destê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û berxwedana gel a li hemberî van êrişan çêdikin.
Di demên dawîn de, dengbêj û endamên Tevgera Çand û Huner a Kampa Berxwedanê, Ferhad Elûş 5 stran çêkirine ku balê dikişînin ser mijarên behsa wan kirî.
Endamên komê di nava sê mehan de her hefe 3 caran civiyan û fêrî va stranan bûn.